Diyarname
31'ê Gulanê Roja Devjêberdana Cixareyê ye. Vane hin agahî...
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê 31'ê gulanê wekî Roja Devjêberdana Cixareyê îlan kiriye û ji bo vê rojê li dinyayê xebat têne kirin, çalakî têne li dar xistin.
Ji bo 31'ê Gulanê Roja Devjêberdana Cixareyê pisporê NLP Levent Ekici gotiye, hin kes dibêjin ji ber karê min bi stres e loma ez cixareyê dikişînim û wisa nirxandiye ev mesel: "Bi van kesan re bi kişandina cixareyê stres kêm nabe. Ew kes li gor kesên ku heman karî dikin lê cixareyê nakişînin zêdetir dikeve nav stresê û diba agresîf (êrîşkar)."
Li Tirkiyeyê zirara cixareyê
Li Tirkiyeyê bi kesên cixare dikişin re 50 nexweşiyên cur bi cur dertên û her sal 2 mîlyar dolar ji ber van nexweşiyan tê xerckirin ku cixare bûye sedema wan. Kesên ku cixare dikişînin, pereyên ku hem ji bo vê cixareyê û hem ji bo nexweşiya ku ew derdixe holê xerc dikin jî digihîje 9 mîlyar dolarî.
Li kîjan parzemînî zêde cixare tê kişandin?
Li hemû parzemînên dinyayê cixare tê kişandin, herî zêde jî li Asyayê. Vane ew dane:
Ji cixareyên ku têne çêkirin sedî 55'ê wê li Asyayê têne kişandin. Dûre bi sedî 11.8 Afrîka û Rojhilata Navîn, sedî 10.8 Başûrê Ewropayê û Nava Ewropayê, Sedî 9,3 Rojavaya Ewropayê, sedî 8,9 Amerîkaya Latîn û sedî 4.7 jî Bakurê Amerîkayê ev cixareya ku hatiye hilberandin xerc dike; yanê dikişîne.
Di cixareyê de digel titûn, kaxiz û fîltreyê 2 hezar jê bi jehr, 4 hezar made hene. Cixareyên ku nîkotîn û qetrana wan hatiye kêmkirin jî di heman astê de jehrê dide mirovan.


