Diyarname
Maça Lîga Şampiyonan a di navbera Borussia Dortmund û Monaco de dê li dar biketa lê berî maçê li Dortmundê teqînek çêbû û maç hat betalkirin.
Di teqînê de du kes birîndar bûn. Rayedarên Emniyeta Dortmundê ragihand ku hedefa êrîşa bombeyî tîma Borussia Dortmund bû. Di êrîşe de lîstikvanê Dortmundê Marc Bartra birîndar bû. Bartra ku ji destê xwe yê rastê birîndar bûbû dermankirina wî didome. Yek ji polîsên bi motorsîkletê otobus dişopand jî birîndar bûye.
Piştî bûyerê UEFA'yê ligel rayedarên her du tîman têkilî danî û bi hev re biryar dan ku maçê rojek bi paş ve bixin û roja çarşemê saet 19.45'an de bilîzin.


