Diyarname
Rojnameya Dilname rojnameyeke rewşenbîrî û serbixwe ye hejmara xwe ya 4'an derxist.
Di vê hejmarê de ji nivîskarên rojnameyê Jan Dost li ser Koka Kurdnasiyê li Ewropa û Rusyayê, Îbrahîm Seydo Aydogan jî bi sernavê "75 sal û 200 romanên kurmancî" li ser romanên kurmancî yên ku heta niha derketine sekiniye.
Her wiha Dilnameyê li ser bernameya nivîskar Helîm Yûsiv a bi navê "Gava Sêyemîn" ku di Roj TV de weşanê dike jî nivîseke danasînî weşandiye.
Di vê hejmarê de gelek nivîsên din jî hatine weşandin.
Ji bo kesên eleqedar:
www.dilname.wordpress.com


