Diyarname
Belgefîlmê derhêner Derviş Zaim ê bi navê "Tavurî" 15'ê rezberê dikeve vîzyonê.
Mustafa Serttaş ji Kibrisê ye. Ew kesekî şêlîner û diz bû û di vî warî de navdar bûbû. Serttaş ê bi bernavê "Tavurî" navdar bûbû niha jiyana wî dibe belgefîlm. Derhêner Derviş Zaim li ser jiyana Tavuriyê navdar bi heman navî belgefîlmê xwe amade kiriye û dixe vîzyonê. Ligel Serttaş, kesên wekî Şirin Gazi û Yasin Coşkun jî hene.
Ji bo belgefîlmê metrajdirêj 8 salan xebitiye. Di belgefîlm de pirsên li ser civak, xirabî, sûc, cezayê disekine. Zaim berê kameraya xwe daye jiyana girtîgehê û derveyî Kibrisê ya Tavuri û belgefîlm amade kiriye. Belgefîlm li aliyê tirkan ê Kibrisê û li Îngilistanê hatiye kişandin.