Diyarname
Çend rûpelên fîzîkzanê navdar Albert Einstein ku têde çareserkirina probleman hebû bi buhayeke mezin hatin firotin.
Einstein di sala 1936'an de problemên ku çêkirin li ser sê rûpelan not girtin. Mezatxaneya Christie'sê ew her sê rûpel derxistin mezatê. Texmîn ew bû ku ev dê bi 80 hezar sterlînî bêne firotin lê ji vê texmînê 80 qat zêdetir, tam bi temamî bi 604 hezar û 800 sterlînî hatin firotin. Berî vê jî berhemên Einstein di mezatê de bi buhayên mezin hatibûn firotin. Di rêzeya berhemên wî yên gelek buha de vê firotinê di rêza çaremîn de cihê xwe girt.