Hewlêr
Yekîtiya Futbola Kurdistanê pişke ji bo lîstikên Super Lîga Kurdistanê ya ji bo dema nû kişand. Maçên yekem dê roja 22'yê kewçêrê bêne lîstin. Ji tîmên bajarên Herêma Kurdistanê 14 tîm di lîgê de hene. Ji tîmên bajarên kurdan yê Kerkûkê biryar daye ku beşdarî spora Kurdistanê nebe.
Di encama pişkeyê de hefteya yekem ev tîm dê bi hev re bilîzin:
- Tîma Zêrevanî û Tîma Akrê li Stada Zêrevanî
- Tîma Derbendîxan û Tîma Duhokê li Stada Derbendîxan
- Tîma Ararat û Tîma Zaxo li Stada Ararat
- Tîma Newroz û Tîma Pêşmergeyê Hewlêrê li Stada Newroz
- Tîma Pêşmergeyê Silêmanî û Tîma Birayetî li Stada Pêşmerge
- Tîma Gaza Bakur û Tîma Şêrwane li Stada Gaza Bakur
- Tîma Hendirên û Tîma Hewlêrê li Stada Hendirên
Rûdaw / Diyarname