Diyarname
Fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan ê ku li Cannesê Xelat girt niha dê beşdarî Festîvala Fîlman a Gûzeka ZêRîn bibe.
30'emîn Festîvala Gûzeka Zêrîn ku Şaredariya Bajarê MEzin a Edeneyê li dar dixe îsal di navbera 18-24'ê rezberê de dê li dar bikeve. FesTîval heta 7'ê gelawêjê li benda fîlman e. Ji wan yek hat eşkere kirin jî: "Kuru Otlar Ustune".
Fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan "Kuru Otlar Ustune" beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê bûbû û lîstikvana fîlm Merve Dizdar Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû.
Fîlm çîroka mamosteyekî ciwan ê bi navê Samet pêşkêş dike. Samet di sala xwe ya çaran de li bendê ne ji vî gundê dûr ê Anadoliyê wî tayînê Stenbolê bikin. Samet û hempîşeyê wî Kenan bi tacîzkirina du keçikên xwendekar tê sûcdarkirin, bi vê re dikeve nava zehmetiyeke mezin. Lê dema ew Nuray dinase ku ew bi xwe jî mamoste ye rê li ber vedibe ku fikarên xwe têk bibe.
***
Nûçeya Eleqedar:


