logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Dijber “Ji AMEDÊ Awirtêdanên li wêjeya cihanê û hostayên mazin”

Belê “dijber!” Çima serenaveke wiha? Ji ber ku bikanim, nexweşiya kesên ku nirxên gelê xwe dernaxin pêş, di cihê wê de d

  • Dîrok: 20/05/2012
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

Belê “dijber!” Çima serenaveke wiha? Ji ber ku bikanim, nexweşiya kesên ku nirxên gelê xwe dernaxin pêş, di cihê wê de di bin siya nirxên gelên din de dixebitin ku di nava gel û wêjeya xwe de qaşo xwe mezin bikin, li ber çavan raxînim.
Ma pêdiviyên me bi agahî û danezanên li ser wêjeya cihanê tune? Di warê gelê me de Na. Pêdiviya gelê me bi tiştên wiha tune, pêdiviya gelê me berê her tiştî bi azadî, bi rastiya nirxên me yên klasîk û yê heyî heye. Tenê dibe ku pêdiviya hin wêjewanan pê hebe. Divê ev were zanîn ku me hîn helbestwan, hozan, dengbêj û edîbên, bi giştî nirxên xwe yên klasîk bi her reng û aliyê ve nenirxandiye û mezinahiya wan wejewanên xwe yên klasîk negihandiye gelê xwe û cihanê ku gelê me bikane li ser vê bingehê hestê giyana derûnî ya netewî, xwe ji giyana dagirkirî rizgar bike. Piraniya xwendayên me di bin nirxên wêjeya dagirkeran (ku wejeya wan dagirkeran li ser bingehê derew, dizî û viran jî be) de hê jî bi tevger, hest û giyaneke kompleksaxwebiçûkdîtinî li gelê xwe û wêjeya gelê xwe dinêre. Di vê pêvajoyê de hewldanên wiha, ji sûdê zêdetir zirarê dide. Heta rayedarên dagirkeran jî dikanin çalakiyên wiha ji bo armancên xwe bikarbînin.
Ma, hê dema çalakiyên wiha nehatîye? Na, dem ne ew dem e. Demeke pir aloz e. Mirov nexwaze û xwedanê niyeteke din jî be, di çalakiyên wiha de ji tirsa faşîzma kesk xwe kamuflekirinê dibîne. Çalakiyen bi vî rengî di demên wiha aloz de bala dagirkeran sivik dike. Lewre dagirkerên serkariya wan di destê faşîzma kesk de ye, vekirî dibêjin: “Bi kurdî erê, lê ne li ser nirxê kurdan!” Lema jî di vê demê de çalakiyê wiha tenê vê armanca dagirkeran tîne bîra mirov.
Ma helbestwan û niviskarên welatên din jî çalakiyên wiha li dar naxin? Ez tirkan nizanim, lê li welatên Ewropayê herî zêde çalkiyên li ser nirxên wan welatan tên li darxistin. Ji xwe çalakiyên wiha ne karê helbestwan û niviskaran e, karên saziyan e. Li gel wê di zanîngehên wêjeyê de rengên kesên li ber derê ekolan e, heye.
Niha van camêran bi giranî hin helbestwanên Amêrîqî derxistine pêş ji bo têgihîştinê û rûberîneke kurt em berê bi kurtî van camêrên biyanî bidin nasandin.
Walter Whitman xwedanê berhema “Pûş û pelên giha” (Leaves of Grass) e. Li gor agahiyan ew dijberê hin hobûnên dema xwe ye, amêrikiyan ew wek keseke pêşengê helbesta modern dane pejirandin.
Thomas Steans Eliot; li gor agahiyên dewleta ku ew mezin kiriye; ew kesekî helbestwan, dramatîk û rexnegir e. Li gor gotinan, ji ananeyên civakê reviye. Berhema wî ya herî bi nav û deng drama “Kuştina di dêra mezin de” (Murder in the Cathedral)
Ezra Weston Loomis Pound jî wek helbestvanekî qaşo ji pêşengên helbesta nûjen e. Berhema wî ya herî bi nav û deng “stranan” (the Cantos) bi awayekî rûnerm û bi devkî û hin gotaran dijberê sazumana li amêrîqayê ye.
Edgar Allen Poê Ev jî ingiliz-amêrîqan e. ji pêşengên şapînoziya zanistî (Sciense Fiction), wêjeya polisiye û tirsê ye. Di warê helbestê de jî qaşo sembol bikaranîne. Lê sembolê wî ne bi qasê sembolên dengbêjiya kurd xwirt e.
Bala xwe bidinê navên hatine hilbijartin tev helbestwan in û amêrîkan in. Li Tirkiyê jî nexweşiya texlît û meyla wek rojavahiyan, bi taybetî amêrîkayîyan tevgerînê xuyakirin heye. Kî bikane herî zêde wekî wan tevbigere, ew kesê herî nûjen û pêşverû ye. Li Anatolyayê jî nexweşiya wekî stemboliyan tevgerînê heye. Yanî texlît li ser texlîtê.
Dema em li kesên ku ev organîzekirine dinêrin, ew jî helbestwanin û bi giranî xwe wek helbestwanên nûjen (pardon modern) nîşan didin. Ez nizanim ji nûjeniyê çi tê têgîhiştin. Wekî mînak: Ji vir çend sal berê li Parîsê û ewropayê şalvar (tuman) li xwekirin bû mode, kîjan jinî ew şalvar li xwe kira, wek kêsa nûjen (modern, di zanista modayê de) dihat pejirandin. Lê kurdan sêsid sal berê jî şalvar li xwe dikirin, heta li di wêneyên li ser dîwarên Persopolis de jî dîsa ew şalvar li wan heye, lê kesî negot: “Kurd nûjen in.” Dema kurdekî bi şalvar biçûya Stenbolê, tirkan bi wî kurdî henekên xwe dikirin. Lê gava li Parîsê bû mode, wan hê ew li xwe kirin û gotin; “em nûjen in.”
Dema dengbêjên kurdan sed, dused sal berê stran digotin, hê kalikên Raperên xwediyê muzîka  qaşo nûjen jî nehatibû dunê. Kêliya birêz Şivan Perwer starna “Kî ne em?” digot jî, hê navê raperan nebû, yanî ew kesên wek Serhedoyê me yê ciwan stranan dibêjin, xwe vê re xilixwarî dikin û tiliyên xwe belovajî dikin, li pîyasê tunebûn. Lê mixabin ku niha rêbere û bavên vê forma mûzîkê jî bûn amêrîkî! Yên ku ev form muzîk afirandin em kurd in, lê nav amêrîkî ye, belê cihan wisa bêbext e. Bêguman wê sibe hin Raperêm me rabin û li ser raperên amêrikiyan çalakî li darbixin!
Niha helbesta modern, ango nûjen çi ye? Gelo helbestên stranên dengbêjiyê, ne helbestên modern û nûjen in? Evdalê Zeynikê û Şêx Silê berê Walter, Ezra, Pound, Edgar û medgara jiyaye. Min li almaniya hin helbestên van camêrên amêrîqî nêrîn, min dît ku gotinên stranên Evdalê Zeynikê sed qatî ji yên wan moderntir e. Çima van helbestwanên me yên mezinahiya xwe li gel van helbestwanên emêrîkî dibînin, li Evdalê Zeynikê venagerîn? Li Meleyê Cizirî nanêrin? Bila çalakiyên li ser têkiliya dengbêjî û helbestwaniya modern li dar bixin ku em bikanin bibêjin; „welahî ew helbestwanên me yên mezin in“ û ji wan re rêz bigirin.
Bingeha romana modern, ya helbestê jî di stranên dengbêjiya kurd de veşartî ne, lê ew nexweşiya kompleksabiçûkdîtinê nahêle ku em li xwe vegerin. Yek diçe niviskarê galîksî tîne, yek jî Walterê amêrîkî. Yek rastiyê di olimpos û panasos de, yek jî xweşikiyê di Kasandrayê de dibîne. Lema halê me jî ev e.

capanik51@hotmail.de

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

news
  • 30 06 2026

Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Dimay 81 sere rey yewinan a betal bena

ad

Djokovic dîroknivîsînê didomîne

ad

Mele Reşîd Irgat mir

ad

Bi kurdî peyama Dario Fo ya RŞC'ê

ad

"Çîrokalataya bi şîr" a Tirkiyeyê hat kişandin

ad

Demîrtaş: Ev konferans Meclisa Bakur a sembolîk e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname