Diyarname
Teknîk Dîrektorê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê Fatih Terim duh êvarê di televîzyonê de bersiva Orhan Pamuk da.
Nivîskar Orhan Pamuk ji bo kovara alman Der Spiegel axivî bû ji bo Terim gotibû, "ultra-netewepereste". Duh êvarê Terim beşdarî bernameyeke taybet a di ATV'ê de bû û bersiveke giran da Pamuk. Terim got: "Dibe tiştek wisa bibêje. Ew mirovek me yê navdar e di qada dinyayê de. Ez jî wî wekî kêm neteweperest dibînim."