Fêrgîn Melîk Aykoç
Êdî li ser wateya Newrozê rawestan ne hacet e. Li gor belgeyên dîrokî hebûn û tunebûna wê jî, ne ew qas girîng e. Dibe tenê mîtolojiyekê be, dibe ku li ser bûyereke dîrokî hatibe hûnandin. Dibe tu bingeheke wê jî nebe. Lê rastiyekê heye; di zindanên mirinê de, li dij tehdîta mirinê di kesayetî û berxwedana Mazlum Dogan de gihîştiye vejineke nû, vejîneke bêmiriniyê. Ev bi giyana Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî di nava vîna netewî û dîroka kurd ya nêz de hê bi nirx û watetir bûye. Bi berxwedanên salan wekî cejneke kurd ya raperîn, yekîtî û nûkirina vîna netewî xwe bi cihanê jî daye pejirandin.
Min di vê Newrozê de hinek bala xwe da medya dîtnêrî, min xwest ku ez bizanim, ka Newrozê ji bo kîjan medyayê çi wate wergirtiye, kîjan bi çi nirxî nêzîkê Newrozê dibe!
Ji bo TV’yên başûrê Kurdistanê Newroz êdî ew wateya xwe ya raperînê winda kiriye. Newroz bûye seyran û geşt, bûye çend çêtî goştê biraştî û li ber starana “berzî berzî” bûye helperaka malbatî, qirêjkirin û wêrankirina xwezaya başûrê Kurdistanê. Bûye çend gotinên gilover yê devên hin rayedaran.
Ne her sê şehîdên Newroza li Reqayê bala wan dikişand, ne kurdên Rojhilat yên di bin zerandina Ayetullahên tîran û mêjîgenî de bi hawar dinalin, ne jî bi mîlyonan serhildêrên li bakur û rojavayê Kurdistanê bi lîbasên netewî kolan û xiyaban dixemiland. Gelo ji ber ku kurdên parçeyên din soranîkanî bi kar naynin, lema bala wan nekişand?
Ji bo TV Kurd1 jî Newroz di roja bîstê adarê de konsereke M.Qizil ya kevn bû, roja bîst û yekê adarê jî bernameyên req, kûsî, kêzik, kêvjal, mar û marîjekan hebûn. Belê di mîtolojiya Newrozê de jî mar û serên maran hene, lê ew marên mîtolojiya Newrozê û marên bernama vê TV’ya di siya Fransayê de hîç nedişibiyan hev. Min çavên xwe zûl kir û hemû dêhna xwe dayê, tê gihîştim ku ne ew mar in. Marên wê bernamê marên Amêrikaya Latînî bûn. Gelo mar, req û kûsî jî di Newrozê de radibin dîlanê?
Di bernameyeke rûtîn de Fetê xebitî ku bi wê kofiya xwe bide xuyakirin ku wan jî Newroz ji bîr nekirine, lê bernameyeke pir tisî û ji xwezaya Newrozê dûr bernameyeke rûtîn bû. Kofiya wê û cil û bergên mêvanên wê jî hîç li hev nehatibûn. Bernameya Lewendî ya rûtîn jî hewa Newrozê neda, Hîç dîmeneke Newrozê ya bakurê Kurdistanê di wê ekranê de xuya nekir, tenê carekê çend malbatên başûrî û helperke wan xuya kir. Gelo Sarkozî û cendirmên fransî destûr nedabûn, yan wan di wê konferensa li ser vebûnê de soz dabûn Mîr Dengîr Firat ku ew ê ji bo xatirê vebûnê dîmenên Newrozê nîşan nedin?
Ji bo TRT 6’e wateya Newrozê roja bîstê adarê şerê Çanaqelê û qehremaniya tirkan bû. Mirovan digot qey Newroz ji şerê Çeneqelê maye! Roja din ango roja Newrozê jî bernameya rojane, ya li ser turîzm û qaşo zanyariya zankoyên Tirkiyê hebû. Rast bernameyekê jî li ser hezkirina zarokan hebû, mirovan digot qey ew kesê ji bo xapandina çend kurdên qaşo rewşenbîr ev TV daye vekirin, hîç negotiye “Zarok jî bin, jin jî bin, wê hêzên me yên ewlekariyê tiştên tê xwestin bikin!”
Bê guman ew bernameyên ji bo vê rojê bi hêla firmayên wî kesê ku bi hawar bang xwedayê li Enqerê dikir, digot: “Hey xwedayê Enqerê me ji DTP, kurdên desthilatdar û apociyan rizgar ke!” Lema xwedayên li Enqerê DTP girt û kurdên desthilatdar jî avêtin zîndanê, lê ew hêza wî nebû ku bikane wî ji apociyan rizgar bike, hatiye amadekirin. Hurmizê kal wî ji wê tirsa şerma îtîrafkariya rewşenbîrî rizgar bike! Rast wî zilamî di wê rojnama Tarafê de mirovatî jî biribû bi makzagona komara tirk û tirkayetî ve girê dabû. Tobe tobe!.. Wellahî û bîllahî min nedizanî ku di makzagona tirkan de jî mirovbûn heye! Em ê hîn çi bibîhîsin, çi nebihîsin!
Bêguman tobe carnan tişteke baş e ha!.. Divê gava mirov li hember xwedayê xwe xetayekê dike, tovbe bike. Mirov tovbe neke, sermayeya Fetullaciyan jî, rantdêrên TRT 6’ê jî mirovan napejirîne. Eh rant xwarin jî bê tobekirinê nabe, qûl û evdên tobe neke, diçin dojehê ha!. Li welatê me feqîrî û birçîtî heye, ma jiyan tenê bi nan û pîvazê dibe? Divê mirov carna goşt jî bixwe! Eh goşt jî bê tobe û rantê nabe! Xwedê mala felekê xira bike, pere tenê di destê wan talankeran de ye! Lema li hemberên wan tobe kirin jî, carnan dibe!
ROJ TV her çendî birînên xwe yên ji wê êrîşa bêbextên NATO’yê hê baş pansûman jî nekiribû, hefteyekê ye ku ekranên xwe ji bo amadekarî û pîrozkirina Newrozê vekiriye. Bi wan derfetên xwe yên kêm jî, dixebitî ku dîmenên Newrozê yê her çengeyê welêt nîşan bide. Mirovan bi her aliyê ve didît ku TV’yeke kurdistanî ye. Bê guman li gor hin kesan kêmasiyên wê jî hene. Lê bi hemû kêmasiyan ve rûmeta kurdistaniyan bû.
Xweda jî evdên wî/wê jî dizanin ku rastî tehl e, lê dîsa jî min xwest ku ez li gor xwe balê hinek ber bi rastiyan ve bikişînim. Bila xwendevan min bibexşînin, xuyekê min ê xirab heye, ez hetanî pozê şûjinê di hin tengalan re nekim, rihet nakim. Dibe ku yek jî di cihê şûjinê de kêrekî jengarî di tengala min re bike, eger min şaşiyek kiribe, bêguman mafê wan jî heye. Lê min birîna dilê xwe derkir, hima çi dibe, bila bibe!.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan