Diyarname
Çîroka Rotraut Susanne Berner a bi navê "Xweşkeka biçûk ji bo Kendal" ji bo kurdî hat amadekirin û çapkirin. Çîroka ku Mahsum Nîsêbînî ji almanî wergerandiye, ji Weşanxaneya Morî derket.
Pirtûka ku niha li ber dest e navê wê yê orjînal "Ein Schwesterchen fur Karlchen" e û di sala 2008'an de yekem car bi almanî hatiye çapkirin. Berner hem nivîsiye û ji ber ku îlistrator e bi xwe xêz jî kiriye. Niha ev çîrok ji bo kurdî hatiye wergerandin û çapkirin.
"Karlchen" bi navê di wergerê de "Kendal" dema tê mal rastî surprîzek tê. Na, ev ne scooterek nû ye, ne kekê bi gezer e. Xwişkek wî heye û ew xwişk bi siûd e ku dê birê wê gelek tiştî hînê wê bike. Çîrok ji bo zarokên di navbera 2-4 salan de ye û 18 rûpel e.
Rotraut Susanne Berner kî ye?
Nivîskar Rotraut Susanne Berner di sala 1948'an de li Stuttgartê hatiye dinê. Bi eslê xwe alman e û wekî grafîker û îllustrator hem pirtûkên zarokan dinivîse û hem jî wêneyên pirtûkên zarokan xêz dike. Heta niha ji bo 80 pirtûkên zarokan wêne xêz kiriye.
Li cîhanê zêdetir pirtûkên wê yên li ser çar demsalan navdar in û heta niha bi ser 500 hezar hebî re firotine. Yek ji pirtûkên wê jî “Xwişkeka Biçûk Ji Bo Kendal” e ku niha êdî bi kurdî ye jî.
Berner, di sala 2014'an de xelata Hans Christian Andersen girtîye.
- Xwişkeka biçûk ji bo Kendal / Rotraut Susanne Berner / Morî/ 2023 / 18 rûpel / Çîrok


