Diyarname
HDP'ê îro li Dêrsimê bi merasimek berendamên şaredariyê yên nava Dêrsimê û navçeyên wê eşkere kirin. HDP'ê li Dêrsimê di bin navê "Hevkariya Şoreşger a Dêrsimê" de ligel hin partî û rêxistinan li hev kir û ew bi hev re di bin banê HDP'ê de dikevin hilbjartinê.
Hevserokê HDP'ê Sezai Temelli, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Cîgirê Serokê Giştî yê TÎP'ê Bariş Atay, Nûnerê Partizanê, Cîgira Hevserokê DBP'ê Halide Turkoglu, nûnerên ESP, Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD), mebûsên HDP'ê, endamên HDP, DBP'ê di civînê de amade bûn.
Hevserokê HDP'ê Temelli di axaftina xwe de got ku ewê faşîzmê di sindoqan de têk bibin. Temelli wisa got: "Bi kayûman bi rê ve birin faşîzm e. Dixwazin faşîzmê bikin serdest. Peywira me hemûyan e ku em li dijî faşîzmê derkevin. Ji ber vê yekê hevkariya li Dêrsimê muhîm e. 31'ê adarê emê bersiva herî xurt li cem sindoqan nîşanî faşîzmê bidin."
Piştî axaftinan navên berendamên Dêrsimê hatin eşkere kirin. Ev in berendamên şaredariyên hemû Dêrsimê:
- Dêrsim: Nurşat Yeşil, Hidir Demir
- Pertek: Mustafa Taşkale
- Mazgîrt: Ali Ekber Saratli
- Bajaroka Akpazar a Mazgîrtê: Orhan Çelebi, Songul Dogan
- Nazimiye: Rahime Kizilkan, Ozkan Aslan
- Ovacix: Serpil Argin, Sinan zenk
- Pulumur: Gurol Yilmaz
- Xozat: Nesimi Ataş, İlknur Dogan
- Çemîşgezek: Suleyman Karadag