Amed
Vê sibê polîsan bi ser mala Cîgirê Amed Sporê Omer Elaldi de girtibû û ew û hinên din ên ji malbatê girtin bin çavan. Êvarê Elaldi derxistin pêşberî dozgerê nobedar û ew girtin.
Hat gotin ku ji ber îdîaya "tehdîdkirinê" ew hatiye girtin. Kesên din hatin berdan.
8'ê vê mehê Serokê Zafer Partisi ku li Tirkiyeyê partiyeke nijadperest e gotibû "Tîmeke bi navê Amed Spor nîn e", Omed Elaldi bi ser twiterê re bersiv dabû û gotibû, "Were Amedê em nîşanî te bidin." Tê îdîakirin ku ji ber vê yekê Elaldi hatiye girtin.
Serokê Klûba Amed Sporê Sehalattin Yildirim serê sibê twitek belav kiribû û gotibû, "Berî maçên play-offê ku em li ser rêya şampiyoniyê ne dest pê bikin bi du rojan ev operasyon nayê qebûlkirin."
Ji malbata Elaldi, Azîz Elaldi ku li Amedê karsaz e û Serokê DÎMDER'ê ye bi twitek gotibû, "Operasyona li hemberî malbata min Elaldi nayê qebûlkirin."
Di Lîga 2'yemîn de maçên Play-offê vê hefteyê dest pê dikin.
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din îro li gelek bajaran gelek kesên din hatin binçavkirin. Li Îzmîrê nûçegîhanê MA'yê Delal Akyuz hat binçavkirin. Li Mêrsînê piranî HDP'yî 24 kes hatin binçavkirin. (Roja 24'ê mehê hat berdan.) Her wiha Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) dema ji Almanyayê vegeriya Amedê, li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin. (Roja 24'ê mehê hat berdan)


