Enqere
Hate gotin ku hefteya qêşiya me dê Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik Haşîmî li Stenbolê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.
Haşîmî demek berê ji ber li Iraqê der barê wî de biryara tewqîfkirinê hatibû girtin xwe spartibû Herêma Kurdistanê û dûre hatibû Tirkiyeyê. Haşîmî ji bo wî biparêzin serî li Erebistana Siûdî jî dabû. Haşîmî ku ev kurtedemekê ye li Tirkiyeyê li Stenbolê ye, dê demek din jî li vê derê bimîne.


