Diyarname
Şaredariya Duisburg ku girêdayî Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur a Almanyayê tenekeyên nû yên çopê amade kirin û li ser navê tirkan nivîsin. Di hinan de wisa nivîsiye: "Mehmet çopê xwe biavêje vir", di hina de navê Gulcan bikar aniye... Şaredarî bi vê yekê bal kişandiye ser hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku çopên xwe diavêjin erdê. Piştî vê yekê hin tirkan bertek nîşan da. Belê bertek nîşan da lê li Tirkiyeyê de jî piraniya hemwelatiyan çopên xwe navêjin nav qutiyan û diavêjin erdê. Li daristanan jî dema diçin seyranê çopên xwe belav wela belav dikin û vedigerin. Li ser vê yekê Wezîrê Daristan û Avê yê Tirkiyeyê Veysel Eroglu roja 9'ê mehê wisa got: "Ji hemwelatiyan ricaya min ev e, ji bo Xwedê hûn diçin seyranê herin, lê çopê xwe, şûşeyên xwe bixin kîsikek bibin. Daristan ne çop (sergo) in. Şaredarîno, hûn jî sergoyê li daristanê nerijînin." Ev gotina Eroglu ku piştî afîşên li Almanyayê hat, gotina almanan piştrast kir.