Îlhamî Sîdar
“Ebdula Peşêw bûyereke medyayê tîne zimên û destnîşanî diyardeya têkҫûyîna rihiyetê dike. Ew dibêje: ‘Di kanala Medya TV’yê de bi dehê caran dîmenê şervanên kurd li serê ҫiyê hate weşandin ku helîkoptereke artêşa tirkan dadixin. Bê guman ev bûyereke ku dilê her kurdekî şa dike, lê ji kêfan re şervanek diqîre û bibêje: “Duştu”. Ez bawer im ku xebata hevpar a proleterên kurd û tirkan ê bi qasî serê derziyekî jî tahde lê nebûba ku wî şervanî li şûna ‘duştu’, ‘ket’ bigota. Ev tiştekî pirr piҫûk xuya dike lê di rastiyê de gelekî mezin e. Ew dide xuyakirin ku tirkî zimanê şoreşê ye.’ Ez jî mîna mamoste Peşêw difikirim û dibêjim ku ew peyva bi tirkî ku di rewşa serkeftineke kurdan de hatiye bikaranîn, ne tenê şemitandineke zimanekî ye, lê ew diyardeya dagirbûna giyanan tîne zimên.”
Belê wisa dibêje Jan Dost, di gotara xwe ya Diyarnameyê* de, eşkere dixuye ku dixwaze bi awayekî girtî giyana şoreşê bi giyana “Ergenekon”ê ve girê bide û Pêşew jî ji xwe re dike amûrek û mebesta xwe pê pêk tîne. Ji bo nivîskarekî ku nikare li ser xetekê çik raweste ev ne tiştekî derasayî ye, cenabê Jan Dost ji aliyekî ve xwe li Dunya TV’ye nîşan dide, ji aliyekî ve li Nûbiharê û ji aliyekî ve jî li Diyarnameyê xuya dike, (Jixwe ez tevî bijimêrim wê serê we gêj bibe) gava li lingên wî yên ku dirêjî her cihî dibînim ev hewldana wî ya piçûkxistina giyana şoreşê bi min qet ecêb nayê (Birêz Helîm Yûsiv me ew qasî hişyar jî kiribû) Gava tiştên Helîm Yusîv digotin tên bîra min jixwe ji bo derbirîna vê haletê ruhiyeyê bila kes li qisûrê nenêre lê termek tenê tê li ser lêvên min rûdine: Oportunîzm. Bi min wisa tê ku heke Ebdula Pêşew bizanibûya gotina wî dê bibe amûra angaşteke bi vê rengî van tiştan qet nedigot, jixwe tiştekî wisa gotiye an negotiye jî ez biguman im.
Rojeke sar û berfîn, wekî her carî li ber paceyê li dinyayê mêze dikim, çûkên bêçare xwe li pacan dixin, lê ez newêrim wan biparêzim, lewra heke pacê vekim dê tev di soba ku li odê bi gurpegurp pêdiket de bibûna kebap, lewma bi dizika bera wan didim. Piştî demekê li hinek jêr dibînim ku xortek xwe li terewizan girtiye û ji eniya wî xwîn diçizire, li bendê ye, di wê kêliyê de hûtek digihêje û xwe diavêje serê, xortê ji haldeketî xwe dide alî û bi kulmekê wî dirêjî erdê dike, lê hê xwe ji cihê xwe nalivîne ku, hutekî din digihêje û ew jî bi gewdeyê xwe yê qirase xwe diavêje ser, ez çavê xwe digirim û di dilê xwe de dibêjim ku îca xilasbûn jê re tune ye, lê gava çavê xwe vedikim ku çi bibînim; Ew xort (ku niha hêja jî bi bejn û bala xwe ya qeşeng ji ber çavê min naçe) li ser terewizan bi wî hûtê qirase girtiye û dide ber pihînan, a wisa matmayî mabûm, bi şûn de ew xort qociqê xwe daweşand û wekî ku tu tişt nebûbe ber bi riya xwe ve domand. Zarokeke 12 salî bûm, piştre hîn bûm ku navê wî xortî Ali Ugur e, ê din jî du hebên ÎKO’cî, wekî Hîzbulahiyên berê. Ali Ugur ji “telebe”yan bû. Xelk tev ji telebeyan ditirsiyan, şêx û axa, Kawacî û ÎKO’cî giş ji telebeyan ditirsiyan, aqilê min ê zaroktiyê bixwe bi tu tiştî tênedigihîşt, tenê tiştek xwe li binehişê min digirt; Ali Ugur, efsaneya zaroktiya min! Her kesek Yilmaz Guney û Cuneyt Arkinekî wî hebû ê min jî Ali Uğur, tew min di jiyana xwe de wî carek tenê li ser terewizan bi rûyekî binûr û bi eniyekî xwînî ditibû. Ali Ugur kesê yekê bû ku li Misircê xwe sipartibû çiyayan û tevlî şoreşê bûbû û piştî jî bûbû efsaneya misirciyan giş, her kesî qala qehremaniyên wî dikir, min xwe dida paş û bi şanazî di dilê xwe de ev derbas dikir; hûn qala qehremaniyên wî dikin, lê min bi çavê serê xwe şahidiya qehremaniya wî kir, jixwe dawî li efsaneyên ku li serî dihatin hûnandin nedihat.
Rojek xeberek hat, Ali Ugur li Çiyayê Modka di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, nizanim hema şewatek xwe li ser qirka min girt û ji nedîve du dilop rondik ji cokên rûyê min dawerivîn, ji wê rojê û vir de kengê mirina şoreşgerekê bibihîzim, dilê min diricife û lerizîneke sar ji her alî giyana min şax dide. Min ev hestên xwe di romanekî xwe de ji devê şoreşgerekî wiha derdibirî: “Zanatî gencîneyeke herî dewlemend e ku van çiyayan fêrî me kiriye; her serhildêrê ku hebûna xwe radestî hembêza wî dike ji kaniya hikmetên wî bi têra xwe vedixwe, giyana xwe pê xwedî dike, xwebûna xwe pê dikemilîne; ‘wekî daristanekê azad’ e li hembêza çiyayan jiyîn û mirin rawestgeha dawîn, jê û wê de tu rê tune ye! Di vê beyabana abadîn de li ser her kevirî çend çilkên xwînê şop dane, çend ji me di bêdengiya lat û zinaran de bi neynûkên xwe gor kolane û çend ji me tenhayiya tevnepirkan de miriyên xwe gorî kirine? Ew hevalên me yên ciwan, ew hevalên qeşeng û delal ji nava me bar kirin û çûn, bi hêviyên têr û tije barkirin û çûn.” Îhtîmaleke mezin e ku ciwanê qeşeng (Ali Ugur) bi peyva “vuruldum” ji nava me bar kir û çû (!)
Tu li vê îroniyê kambax binêre ku, kesên ku ji zilma zaliman zimanê xwe ji dest dane, kesên ku ji şerên zimanê xwe jiyana xwe ji dest dane bi çi tên sûcdarkirin, em nivîskarên çarpîne, em entelektuelê çar pîne çi qasî jixwe û ji edebiyata xwe ya ku Milan Kundera û Marquezan ji xwe didexisîne qayil in!
Îca ev arguman xwesparteka herî tirsonekan e ku (û em nivîskar giş tirsonek in) xwe li angaşta “ziman û giyanê şoreşê bi tirkî ye” ve digirin û xwedî vê angaştê bi entelektuelîzmeke merezoyî (ligel ku ev entelektuelîzmê merezoyî van salên dawîn li ser navê edebiyata modern, bi awayeke rêk û pêk rih û giyanê zimanê kurdî dimête û edebiyata kurdî ber bi bêkesayetkirînê ve dibe jî ne karêkî xerîb e û vê karê piştî 12 Rezbera1980’yê jî hin entelektuelên Tirk ên çarpîne a wekî Enis Batur û şurekayên wî ji bo xwe ji xezeba cuntayê biparêzin baş meşandibûn) xwe û pênûsa xwe li ser her tiştî dibînin, ji wan kirî ne şoreşger û ne kesên din ê ku bi kurdî difikirin û dinivîsînin tenê ew bi xwe ne, na qesem bi navê xwedê qoriciyên Comaniyê jî ji wan baştir bi kurdî dizanin, bila bela xwe ji giyanê şoreşê vekin û bi wan re bikevine govendê.
Peyva dawî, çi “duştu” û çi “vuruldum”, her peyveke ku ji giyanê şoreşê der dibe sedema axîn û nalîna dayikan e û jixwe zimanê axîn û nalînên dayikan yek e: “Ax Kezeb!”
***
Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-
- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-
***
Nivîsên bi vê nivîsê re eleqedar:
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser giyanên dagirbûyî yan jî bişaftî
- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê