Diyarname
Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya meha gulanê hat eşkere kirin. Di nav bernameyê de 5 lîstik hene ku hemû jî lîstikên şanoyên mêvan in.
Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika mêvan "Macbeth"ê dest pê dike. Lîstik 1'ê mehê wê bê lîstin. 9'ê mehê jî lîstika mêvan "Înterpol Peşîmde" tê lîstin.
Teat Ba 17'ê mehê bi lîstika xwe "Wezîrtî Para Min e" wê li ser dikê be. 18'ê mehê jî lîstika Şaneşîn Performansê "Ji Kela Dimdimê" wê derkeve pêşberî şanohezên Amedê.
Û lîstika dawî jî lîstika mêvan "Kocasini Pîşîren Kadin" 20'ê mehê tê lîstin.
'Ji Kela Dimdimê' saet 19.30 de, lîstikên din saet 20.00'an de dest pê dikin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bernameya Yenîsahneyê: 17 çalakî hene


