Diyarname
Li Riha û Mêrdînê herêma berendamên serbixwe diyar bû. Dê hilbijêr li van herêman dengê xwe dibin van berendaman:
Riha:
Îbrahîm Ayhan: Navenda Rihayê, gundên başûr û rojhilat ên navendê, navçeyên Wêranşar, Serê Kanî û Sêwreg dê dengê xwe bidin Ayhan.
Ayhan di pûsûlaya dengdayînê de di rêza 9'an de ye.
Îbrahîm Bînîcî: Gundên navenda bajêr ên rojava û bakur, navçeyen Sirûc, Birêcîk, Xelfetî, Bozova, Herran, Akçakale û Hîlwan jî dê dengên xwe bidin Bînîcî.
Bînîcî di pûsûlaya dengdayînê de di rêza 4'an de ye.
Mêrdîn:
Li Mêrdînê Ahmet Turk, Erol Dora û Gulser Yildirim sê berendamên blokê hene. Li gor vê:
Ahmet Turk: Tenê Qoser dê dengên xwe bide Turk.
Erol Dora: Navenda Mêrdînê, Stewr, Dêrik û Şemrex dê dengên xwe bidin Dora.
Gulser Yildirim: Nisêbîn, Midyad, Kerboran, Mehsert û Yeşilli dê dengê xwe bidin Yildirim.