Diyarname
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal 5'emîn car li dar dikeve. Festîval îsal dê di navbera 29'ê gulanê û 3'yê pûşperê de li dar dikeve. Kesên bixwxazin belgefîlmên xwe ji bo Documentaristê bişînin divê heta 6'ê avrêlê belgefîlmên xwe bigihînin ber destê komîteya amadekar.
Di van çar salên borî de belgefîlmên ku di Documentarist de dihatin nîşandayîn ji aliyê Siyadê û komîteya amadekar a festîvalê ve dihatin hilbijartin. Documentarist îsal yekemîn car ji bo beşdariyê bang dike. Festîval ji îsal û şûnde dê bi isûla vexwendinê li dar bikeve.
Festîvalê ji bo beşdariya îsal vexwendname belav kir û li benda belgefîlmkaran e.
Ji nav derhênerên ku belgefîlmê xwe yê yekemîn yan duyemîn kişandiye "Xelata Jîrekiya Nû" didin kesek ji wan.
Di Documentaristê de digel nîşandayîna belgefîlman, atolye, sohbetên li ser belgefîlman jî li dar dikevin.
Ji bo kesên eleqedar:
http://www.documentarist.org/2011/fest/home.html


