logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeroja wêjeyê

  • Dîrok: 05/05/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cuma Mihemed / Kobanî

Di 29'ê avrêlê de çalakiyên Hefteya Wêjeyê bi dewreya Melayê Cizîrî hate destpêkirin. Tê de rewşenbîr, nivîksar, helbestvan û kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiyê didin wêjeyê beşdar bûn. Ev çalakî heta duh dewam kirin û tê de gelek mijarên girêdayî wêjeyê hatin nîqaşkirin.

Di Hefteya Wêjeyê de rexnegiriya wêjeyê ji aliyê ast û bandora wêjeyê hatin nîqaşkirin. Li kêleka wê jî gelek helbest û çîrok bi zimanên erebî û kurdî hatin xwendin.

′PÊŞEROJA WÊJEYA KURDÎ DI PÊŞKETINÊ DE YE′

Nivîskar Merwan Berekat ku beşdarî çalakiyên Hefteya Wêjeyê bûye û semîner li ser ′Roman û Modernîte′ di çalakiyên roja sêyemîn daye wiha got: "Wêje rihê gelan e. Dema mirov bixwaze her gelekî nas bike û asta pêşketina zihniyeta wê nas bike, divê wêjeya xwe bixwîne."

Berekat wiha domand: "Ji lew re em dibînin ku lidarxistina mîna van çalakiyan li Rojava bi navê Hefteya Wêjeyê, bê guman tiştekî balkêş e û cihê qîmetdayînê ye. Kesên beşdar dibin û dixwazin asta wêje bizanin û semînerên cur bi cur bişopînin cihê sûdweriyê ye. Em li vir sûdwar in û sûdê didin."

Li ser bersivdana pirsa wêjeyê li rojavayê Kurdistanê di çi astê de ye Merwan Berekat wiha pê de çû: "Bê guman di vê demê de nirxandineke temam çênabe. Ji ber ku pênûsa renxengeriyê neketiye wêjeya kurdî û wergerandinê. Lê bi nêrîna min, pêşeroja wêjeya kurdî li Rojava rojane pêş dikeve. Têkiliya vê jî bi rewşa niha re û encamên şoreşê hene. Pênûsa azad û her kesek wekî dixwaze dinivîse."

Berekat wiha dawî li gotina xwe anî: "Ya balkêş û dihêle ez serbilind bim, ew e ku piranî berhemên wêjeya cur bi cur bi zimanê kurdî tê nivîsandin û pirtûkxaneya kurdî dewlemend dike. Bê guman pêşerojeke pêşketî li benda me ye û me kêfxweş dike."

′BANGÊN KU ÇALAKÎ WERIN BILINDKIRIN′

Li aliyê din jî helbestvan Ehmed Yûsif û Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê got: "Çalakiyên wêjeyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin tevgereke pir erênî ye. Ew yek piştî êşên li van herêman di aliyên siyasî û leşkerî de û êrîşa çandî çêbûn, pêk hat. Divê ev tevgera wêjeyî bi awayekî xurt hebe. Em ê tiştên hatin xerabkirin sererast bikin."

Yûsif wiha domand: "Me desthilatî bi hemû qonaxên wê jiya, çi beriya 50 salî di gel netewe-dewletê û rejîma dîktatorî û çi jî komên tundraw ên ku di ser van herêman re derbas bûne. Vê yekê bandoreke neyênî li ser çanda vê herêmê çêkir. Ji lew re divê em berpirsiyar bin û çalakiyên çandî bi pêş bixin da ku bigihînin civakeke rewşenbîr."

Ev dewreya duyemîn a çalakiyên Hefteya Wêjeyê ye ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Par li Qamişloyê hate lidarxistin.

 

***

 

Nûçeya Eleqedar:

- Hefteya Wêjeyî dest pê kir

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

news
  • 28 09 2026

Bayekî Nû li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Serdest e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Pêleke nû li dîroka fûtbolê hat zêdekirin

ad

Festîvala Penaberan hate betalkirin

ad

DYA: Em referandûma serxwebûnê nas nakin

ad

Freemuseê ji bo hunermend Tunç kampanya da dest pê kirin

ad

Helen Reddy wefat kir

ad

Helwesta Porsipiyan: Divê her kes xwedî li HDP'ê derê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname