Diyarname
Li Azerbaycanê îro hilbijartina pêşwext hebû. Li gor agahiyên ji sindoqan derketine Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev sedî 93.9 deng girtiye.
Li Azerbaycanê îro hilbijartina pêşwext hebû. 7 berendam hebûn û kesê bi ser biketa dê 7 salên din welat bi rê ve bibe. Saet 19'an de sindoq hatin girtin. 6 mîlyon û nîv hilbijêr li welat hene. Li gor pêşencamên derketine Reutersê nûçe çêkir û ragihand ku Serokomarê Azerbaycanê yê niha û berendamê niha Îlham Aliyev sedî 93,9 deng girtine.
Hilbijartina berî vê, roja 11'ê avrêla 2018'an l i dar ketibû, li gor bernameyê divê sala bê hilbijartin li dar biketa.
Aliyev di sala 2003'yan de hat hilbijartin û ev 21 sal in li ser kar e.