Diyarname
Nivîskar Ferhad Pîrbal bi organîzeya Koma Şêwra Xwendinê beşdarî gotûbêjek bi sernavê "Rewşa Şanoya Kurd li Kurdistanê" dibe.
Gotûbêja ku moderatoriya wê dê Çetoyê Zêdo bike, dê roja 3'yê meha pêşiya me li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Beyogluya Stenbolê saet di navbera 19.00-20.00'an de li dar bikeve.
Nivîskar Pîrbal di sala 1961'ê de li Hewlêrê hatiye dinê, di 1983'yan de li Zanîngeha Selahaddîn beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye. Pirtûka wî ya yekemîn di sala 1984'an bi navê “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê hatiye çapkirin.
Heta niha gelek pirtûkên wî yên helbest, şano, çîrok û romanan hatine weşandin. Li bakur 4 pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Avesta ve (Çolistan, Hotel Ewropa, Santiago de Compostela, Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr) hatine weşandin.