logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Endamên Meclisa Kantona Efrînê hatin hilbijartin

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk ber bi dawiyê ve diçin. Navçeya navendî ya Kan

  • Dîrok: 16/01/2014
  • Beş: Nûçe

EFRÎN

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk ber bi dawiyê ve diçin. Navçeya navendî ya Kantona Efrînê ku yek ji sê kantonên hatine avakirin e, nûnerên xwe yên ji bo Meclisa Kantona xwe hilbijart. Li Qamişlo jî ji bo avakirina meclisa rêveber a xweseriyê ku dê heta hilbijartinan wekî rêveberiya herêmê kar bike, civîn hate lidarxistin.

Piştî navçeyên Şiyê, Cindirês û Şêrawa, navenda Efrînê jî nûnerên xwe yên meclisê hilbijart û di amadekariyên Xweseriya Demokratîk de gaveke girîng avêt.

Li gorî biryarên civîna 6-7'ê Rêbendanê ya Meclisa Qanûndanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, her kanton wê meclisa xwe ya xweser ava bike. Meclisa Qanûndanînê "Hevpeymana Civakî" ya xwedî wesfa destûra bingehîn e qebûl kir û Rojavayê Kurdistanê wekî 3 kantonên ji Cizîr, Kobanê û Efrînê destnîşan kir. Ev Modela Rêveberiyê li ser çar lingan hat rûniştandin: Sîstema Kanton, Meclisa Qanûndanînê, Rêveberî û Desteya Edalet û Hilbijartinê ya Bilind. Li gorî biryara Meclisa Qanûndanînê, ji bo diyarkirina Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, divê di nava çar mehan de hilbijartin bên organîzekirin. Kantona Cizîrê wê bibe xwedî meclîseke ji 101 kursiyan. Li her kantonê wê 20 wezaret werin avakirin.

Di vê çarçoveyê de li herêmê ev demeke civînên gel tên lidarxistin. Li Efrînê îro jî bi beşdariya endamên meclisa gelek herêman, civîneke berfireh hat lidarxistin.

Di civîna bi beşdariya bi dehan delegeyan de Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Arşem Kurdman axaftinek kir û diyar kir ku gelên li Rojavayê Kurdistanê, ji bo çarenûsa xwe diyar bikin û rêveberiya xwe ava bikin bûne hêzek. 

Arşam Kurdman, destnîşan kir ku hilbijartinên meclisa rêveberiya xweseriya demokratîk hêza gelê kurd a rêveberiyê nîşan dide.

Piştî axaftinan delegeyan dengê xwe bikar anîn. Ji bo navenda Efrînê 27 nazmetan li ber xwe dan û 6 jê jin 16 kes wekî parlamenter hatin hilbijartin.

Çav li rêye ku di rojên pêş de hilbijartinên navçeyên Mobata, Raco û Şera jî bêne lidarxistin û nûnerên van navçeyan jî bêne hilbijartin.

Navçeyên Şêrawa û Şiyê yên Efrînê, nûnerên xwe yên ji bo Meclisa Xweseriya Demokratîk di 14'ê rêbendanê de hilbijartibûn. 

Di hilbijartinên li navçeya Şêrawa de 10 namzetan li ber xwe dan û di encama dengdanê de 2 jê jin 5 kes wekî Parlamenterên Meclîsa Xweseriya Demokratîk hatin hilbijartin.

Di heman rojê de li navçeya Şiyê jî hilbijartin hebû. Li vir jî 12 namzetan li ber xwe dan û di encama dengdanê de 2 jê jin 4 parlamenter hatin hilbijartin.

Cindirêsê jî berî van navçeyan hilbijartina xwe kiribû, 7 parlamenterên xwe ji bo Meclisa Xweseriya Demokratîk diyar kiribû.

DI WEZARETAN DE WÊ HEMÛ PÊKHATE BÊN TEMSÎLKIRIN

Li aliyê din, bi armanca avakirina meclisa rêveber a projeyê li avahiya Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya li bajarê Qamişlo civînek lidar xist. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Piştî civînê Endamê Meclisa Qanûndanînê ya Demî Luqman Ebdullah  agahî da çapemeniyê û got ku di civînê de, rêbazên xebatê yên meclisa rêveber û têkiliyên wê yên bi partî, rêxistin û saziyên di nava projeyê de cîh digirin re hatin nîqaşkirin.

Luqman Ebdullah diyar kir ku di civînê de li ser kesayetên ku dê di wekî şêwirmendan (wezîr) di nava meclisa rêveber de cîh bigirin jî nîqaş hatine meşandin. Ebdullah got ku ji bo 20 şêwirmendiyên (wezaret) ku di civîna Meclisa Qanûndanînê ya 6’ê rêbendanê de hatibûn erêkirin, wê her pêkhateyek ku di nava projeyê de cih digirin, pêşniyarên xwe pêşkêş bike. Ebdullah anî ziman ku di civînê de hatiye gotin ku divê ev kesên hanê xwedî tecrube û têgihîştî bin da ku karibin erka şêwirwendiyê ya rêveberiya xweseriya demokratîk pêk bînin. 

Ebdullah destnîşan kir ku kesên dê bêne pêşniyarkirin, piştî ku Dîwana Meclisa Qanûnsaziyê ya Demî erê kirin, wê di civîna Meclisa Qanûnsaziyê de bêne qebûlkirin.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Balyozgerê DYA'yê: HSD dikare entegreyê Sûriyeyê bibe û beşdarî artêşê bibe

ad

Di bombekirinê de ji mirinê filitîn!

ad

'Bila rêveberiyên herêmî perwerdehiya kurdî bidin'

ad

Hejmara nû ya Le Monde Kurdî derket

ad

Rojnamegerên Azad diçin ser sînorê Kobanî

ad

8 fîlmên vê hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname