logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Hiso: Kî me nas bike emê jî wan nas bikin

Hevpeyvînek bi Serokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso re.

  • Dîrok: 27/01/2014
  • Beş: Hevpeyvîn

AZÎZ KOYLUOGLÛ - AMÛDÊ 

Serokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku ew dixwazin hemû pêkhateyên herêmê û partiyên siyasî di nava rêveberiyê de cihê xwe bigrin û got, "Kî sistema me qebûl bike, nas bike emê jî wan nas bikin. Em ji Mahabad, Silêmanî, Qendîl, Hewlêr û Amedê dixwazin destek bidin rêveberiya me. Serketina gelên Rojava serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Serokê Rêveberiya Xweseriya Demokratik a Kantona Cizîrê ya ku di 21’ê rêbendanê de li Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin Ekrem Hiso der barê pêşketinên li herêmê û naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê de bersiv da pirsên ANF’ê.

Piştî îlankirina rêveberiya Kantona Cizîrê hin hêzan ew wekî metirsiyek û gefek dîtin. Hûn wan daxuyaniya çawa dibînin?

Hêzên gefê li vê rêveberiyê dixwin, hin hêzên derve ne û xêrnexwazin. Rêveberiya me li dijî ti kesan nîne, ji bo xizmeta gel hatiye avakirin. Em dixwazin hemû pêkhateyên herêmê û partiyên siyasî di nava rêveberiyê de cihê xwe bigirin. Ku, em di demek pir dijwar derbas dibin, dibe hemû pêkhate destek bike. Û kî maf û hebûna me qebûl bike, em dikarin di çarçova prensîbên xwe de tifaqan bikin.

Hûn helwesta Encumena Niştimanî Sûriyê çawa dibînin ku îlana we wekî “xencerek di pişta şoreşê” de bi nav kiribû?

Meclisa Niştimanî Sûriyê hêzek ji vê şoreşê ye û hêzek mezin e. Lê hin kesên di nava meclisê de şovenît in. Yên ku îlana Kantonê wekî metirsiyekê didin xuyakirin jî ev kesên mijara gotinê ne.

Wê sîstema rêveberiyê çawa be û karek çawa bê meşandin?

Bajarê Amûdê bû navenda hikumetê lê karê xwe bide meşandin. Lê wê navenda Kantonê Qamişlo be. Wê wezaret li gora pêwistiya wezaretê karê wê li bajarekî din ê Kantonê xebatên xwe bimeşîne. Yekem armanca me ew e ku em astengiyên niha gel di nav deye hinek sivik bikin. Ev rêveberî ji hemû pêkhate û partiyên siyasî yên ku di nava Meclisa Qanûn de cihê digirtin hatiye avakirin û ji ber wê jî temsîla hemû gel dike. Em dixwazin hemû gel û pêkhateyên Kantona Cizîrê tevlî wê rêveberiyê bibin.

Rêveberiya we xwe dispêre sîstemek çawa?

Rêveberiya me xwe dispêre karê heta niha li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin. Heta niha gelê kurd bi dehan saziyên xwe yên rêveberiyê ava kirine û xebatên xwe dimeşîne. Niha Dadgeh karên xwe dikin, hêzên ewlehiyê karên xwe dikin, şaredarî karên xwe dikin. Emê wekî rêveberiyê ew karên tê meşandin dewr bigrin û em ê hin saziyên nû ji bo xebatê ava bikin. Xebatên amadekariya rêveberiyê ev demek dimeşe.

Çima di rojek ku berî civîna Cenevre-2 de we îlanek wiha kir?

Ev 5 meh in xebatên rêveberiyê tên meşandin û 21 rêbendanê (çileyê) de îlan bû. Di heman demê de 22yê rêbendanê salvegera damezrandina Komara Mahabadê ye. Me jî xwest di vê rojê de be ku bersivek be ji bo hêzên Komara Mahabad ji holê rakirin. Gelek kes ev bi civîna Cenevre-2 ve girê da. Lê armanc ne civîna Cenevre-2 bû, armanc bersivdayîna Komara Mahamad bû. Di encama konferansa Cenevre de kîjan hêz hebûna me wekî Kanton qebûl bike, em dikarin li gel danûstandinê bikin.

Gelo mertisiyên Mahabad li ser rêveberiya we jî tunene?

Bi dîtina me, ew tirs bi têkoşîna gelê kurd re ji holê hatine rakirin. Dîsa bi fikrê xwe yê nû ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş, bingeha sîstema xwe xurt kiriye. Ji ber wê jî êdî gumanek me wiha tuneye. Lê em ê heta dawî xebatên xwe bidin meşandin ku lawaz be jî dubarebûnek wiha nebe.

Wê têkiliyên we bi Meclisa Qanûnsaziyê çawa be?

Meclisa Qanûnsazî wê kar û barên wê rêveberiyê bişopîne. Wê ji bo her wezaretê komîte di nava Meclisê de bê avakirin û bi rê wan komîteyan karê wezaretan bêne şopandin. Dema di wezaretan de kêmasî rû bidin, wê demê dê wezaret li pêşberî komîteyan hesabê bidin.

Wê civîn di vê demê de bidomin?

Wê di hefteyên pêşiya me de civata me vekirî be, ku heta em sîstema xwe bidin rûniştandin.

Ji bo danasîna rêveberiya xweseriya demokratîk wê hevdîtinên we hebin?

Me di civîna xwe ya yekemîn de Wezareta Karên Derve erkdar kir ku, bi hemû dewletên herêmê û cihanê re têkiliyan çêbike û zemînê danûstendinê ava bike. Em û gelên tirk bira ne, heta niha têkiliyên gelan li ser biratî bûye. Dîsa em ê bi dewleta tirk re danûstandinan bikin ku, deriyê sînoran vebike. Em dixwazin têkiliyê me û wan ên aborî û bazirganî baştir bibin.

Hin partiyên siyasî tevlî ev rêveberiyê nebûn û wekî “zû” bi nav kirin. Hûn vê çawa dibînin?

Em ji kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û li deveyî welat re dibêjin ev rêveberî ya hemûyan e. Ne ya tu hêzên siyasî ye. Ez wekî serokê rêveberiyê bang li ENKS’ê dikim ku tevlî vê rêveberiyê bibe û xizmeta gelê xwe bike.

Ger em çend pirsên şexsî bikin. We rojek hêvî dikir ku rêveberiyek wiha ava bibe û hûn jî bibin serokê wê?

Bi kar û xebatê tu xewn nîn e ku pêk neyê. Gelê kurd û hemû pêkhateyên din ên di nava vê rêveberiyê de cihê xwe digrin, beşek ji şoreşa Sûriyê ne û bi xebata xwe xewnan bicih tînin. Ji bo min jî şerefek mezin e ku ev meclis deng da min û barek wiha giran kir erkê min.

Heta niha destekek çawa heye ji bo rêveberiya we?

Berî her tiştî gelê me pîrozbahiya me kir û destek da me. Û heta niha hin hêzên ne demokrat û berjewendiyê wan yê cuda hene li Suriyê dijitiya xwe dikin.

Gotinek we ya dawî?

Em ji Mahabad, Silêmanî, Qendîl, Hewlêr û Amedê dixwazin destek bidin û alîkariya rêveberiyê bikin. Serketina gelên Rojava wê bibe serketina her çar parçeyên Kurdistanê.

***

EKREM HISO KÎ YE?

Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Kemal Hiso li bajarê Dirbêsiyê di sala 1970'yî de ji dayikbûye. Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Dirbêsiyê xwendiye. Piştî wê li zanîngeha Helebê beşa hiqûqê temam kiriye. Endamê Sendîkaya Parêzeran a Sûriyeyê bû. Cotkar û karsaz e. Ne endamê tu partiyê ye. Endamê Sekreterya ENKS'ê bû. Ji malbata wî 5 kes di zindana Hesekê de hatin kuştin. Ne zewicî ye.


Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

MEDYA-DER wê li ser ziman xebatê bike

ad

Ji Enstîtuya Kurdî ji bo zarokan 3 pirtûkên nû

ad

Malpera Helîm Yûsiv bi 7 zimanan vebû

ad

Barselonayê biryareke dîrokî girt

ad

100 hunermendên herî serketî

ad

Festîvala Cazê 300 hunermendî dike mêvan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname