Diyarname
Hunermenda seksî ya Lubnanê Suzan Tamim li Dubaiyê li mala xwe hate kuştin.
Suzan Tamim ku wekî 'Gula cîhana ereban' dihat bi nav kirin di sala 1996'an de beşdarî pêşbaziyeke strangotinê bûbû û ji nişke ve nav û dengê wê derketibû. Tamim bi kincên dekolteyî ku li xwe dikirin her di çapemeniya ereb de cih digirt. 'Gula ereban' Tamim ku di heman demê de wekî rûxweşik jî dihat nasîn, li Dubai li mala xwe mirî hate dîtin. Li ser kujer an kujeran hêzên ewlehiyê tu agahî pêşkêş nekirin.
Li gor agahiyan bi çend caran lêdana kêran ew hatiye kuştin û rûyê wê jî bi tişteke giran hatiye perçiqandin.
Suzan Tamim ku heta niha du album derxistibû ev 8 meh bûn ku li Dubai dijiya.
Tamim du caran zewicîbû û zewaca duyem ku bi produktorê misirî Adil Matûk re kiribû û di dema ji hev veqetîna wan de ev mijar bûbû mijara sereke ya dadgehên Lubnan û Misrê.


