Diyarname
Birê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan îro çû Girava Îmraliyê û vegeriya. Wî tu daxuyanî neda. Li Gemlîkê bêyî tiştek bibêje siwarê erebeyê bû û çû. Piştî vê Asrin Hukuk Burosu ku parêzeriya Ocalan dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku hevdîtin çêbûye. Buroyê got di rojên pêş de dê bi berfirehî daxuyanî bê dayîn.
Tê gotin sibê Li Amedê dê daxuyanî bê dayîn. Li gor agahiyên gihîştine ber destên me hevdîtin bi qasî saetek dom kiriye.


