Diyarname
Piştî ku dadgehê bloke danî ser pereyên HDP’ê, HDP’ê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Niha şanogerên kurd jî piştgirî didin vê kampanyayê. Vê carê “Seyrana Li Çeper” ji bo vê yekê dê bê lîstin.
HDP’ê kampanyaya bi navê ‘Xezîneya me gelê me ye’ dabû dest pê kirin. Duh Şanoya Bajêr a Amedê eşkere kiribû ku dê pereyên ji lîstikê bêne bidast xistin diyarî vê kampanyayê bikin. Niha derket holê ku Nîsk Huner jî pereyên ji lîstika xwe “Seyrana Li Çeper” bi dest bixin dê pêşkêşî vê kampanyayê bikin.
Li gor Nîsk Hunerê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re eşkere kir, roja 3’yê meha pêşiya me saet 16.00’an de dê lîstika xwe li ser dikê Şanoya Bajêr a Amedhe bilîzin û pereyên ji vê seansên bigirin dê diyarî kampanyaya ku HDP daye dest pê kirin bikin.
Ji bo têkilî:
0412 - 224 2426
***
Nûçeya Eleqedar:
- Şanoger ji bo ‘Xezîneya me gelê me ye’ dilîzin


