Stenbol
Vê serê sibê polîsan bi ser 23 şîrketên Koza Îpek Holding de girt ku weşanên wekî rojnameya Millet, rojnameya Bugun û televîzyona KanalTurk di bin banê vê holdîngê de kar dikin. Polîsa li ser biryara Dadgeha Sulh Ceza ya 7'emîn a Enqereyê bi ser vê komê de girt ku kom nêzî Cemaeta Gulen e.
Ajansa dewleta Tirkiyeyê AA (Ajansa Anadolu) di nûçeya ku li ser vê serdegirtinê weşand de got: "Bi îdîaya piştgiriya aborî didin Rêxistina Terorê ya Fetullahparêz (FETO)" Li ser vê yekê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli derket S TV û got: "Ajansa dewletê dibêje 'Nizanim çi rêxistina terorê'. Dibêjin rêxistina terorê bavê te ye. Ka biryara dadgehê? Li holê tiştek tune ye. Terorîst tu yî, tu terorîst î."
AA'yê got ku di nav saziyên bi ser wan de tê girtin rojname û telvîzyon nîn in lê Gerînendeyê Weşanê yê rojnameya Bugunê Erhan Bayşurt twittên wisa nivîsîn: "Polîsan bi ser navenda holdînga me de girt. Lanet lêbe! Roja ku derket holê dewletê ji bo DAIŞ'ê çek şandine bi ser çapemenî û koma me de girtin."
Rojnameya Bugunê îro di manşeta xwe de gotibû dewletê ji bo DAIŞ'ê ji Deriyê Akçakaleyê re çek şandine û wêneyên vê weşandin.