Diyarname
Hunermenda navdar Shakira demek berê ji mêrê xwe lîstikvanê fûtbolê Gerard Pique veqetiya bû. Hatibû gotin ku ji ber Pique ligel jinek din razabû ew ji hev veqetiyan. Niha Shakira straneke nû çêkir, jêre klîb kişand û ev stran di 24 saetan de 68 mîlyon car hat temaşekirin. Bi vê yekê rekor şikand.
Shakira û Pique 10 salan bi hev re man û du zarokên wan hatin dinê.
Shakira di strana nû de hin gotin bikar anîn ku hat gotin ev gotin ji bo rexnekirina Pique hatine bi cih kirin.
Pique niha ligel keçikek 23 salî dijî, Shakira gotinên wekî “Dikarin 22 saliyan ji bêrî derxe”, “Ji Ferrarî peya bû siwarê Renault Tiwingo bû”, “Dest ji saeta Roleks berda û Casio bikar tîne” bikar anîn û bi van gotinan berê tîran da Pique.
Klîb roja 12'ê mehê bi ser youtube re hat belavkirin. Di rojek de 68 mîlyon caran klîb hat temaşekirin û bi vê bû klîba ku di rojek de herî zêde hatiye temaşekirin.
Va ye ew klîb:


