Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) sala 2023’yan wekî “Sala Melayê Cizîrî” bi nav kir û ev yek ragihand. Saziyê bang li hemû saziyan ki ku
ŞAHÊ HELBESTA KURDÎ
HRRK’ê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Di vê salê de, dê HRRK'ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar bixe. Bi alîkariya panel û semînar û konferansan dê HRRK'ê hewldanên xwe yên berfireh bike ku helbestvaniya Melayê Cizîrî ya bê hempa zeft bike û Melayê Cizîrî wekî şahê helbesta Kurdî ya klasîk biçesipîne.”
XELATA CIZÎRÎ
HRRK’ê diyar kir ku dê xelatek jî bidin û got, *Bi vê helkeftê dê HRRK'ê “XELATA MELAYÊ CIZÎRÎ YA HELBESTÊ” damezirîne û salê carekê xelatê diyarî helbestvanekî kurd ê behremend û dahêner bike.”
BANGA JI BO SAZIYAN
Saziyê bi daxuyaniyê bang li saziyan kir û got, “Sazî û dezgehên ragihandinê, yekîtî û hevgirtinên nivîskar û rewşenbîran, komele û weqfên ziman û çand û hunera kurdî, peymangeh, enstîtu, zanîngeh û zankoyên Kurdistanê, hemû xemxur û dilêşên helbest, ziman û wêjeya kurdî (çi li hundir û çi li derve) ku, destekê bidin banga me da em Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka kurdan rizgar bikin û ji dinyayê re bibêjin ku Meleyê Cizîrî ne bi tenê Sofî û older û bawermendekî islamî ye lê helbestvanekî pir mezin ji helbestvanên kurdan ên klasîk e.”
BANGA JI BO RÊVEBIRIYA BAŞÛR Û ROJAVA
HRRK’ê bang li rêveberiya Başûr û Rojava jî kir û got, “Em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ku, di sala 2023’yan de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane bikin da ku konferanseke navnetewî bi navê Melayê Cizîrî li darxînin û hemû kurdolog, bispor û lêkolîneran li bin sîwaneya Melayê Cizîrî li hev bicivînin.”
MELAYÊ CIZÎRÎ KÎ YE?
Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên girîng ê helbesta kurdî ye. Bi navê xwe yê rastîn Şêx Ehmed e. Bi navê Melayê Cizîrî di nav dîroka helbesta kurdî ya klasîk de di lûtkeyê de ye. Li Cizîrê hatiye dinê lê der barê sala bûyîna wî de nîqaş hene. Qala 1567, hinek jî qala 1570 dikin. Lê piranî sala 1570 wekî sala bûyîna wî tê qebûlkirin. Cizîrî di sala 1640’î de li Cizîrê canê xwe ji dest daye û gora wî li Medreseya Sor e.