Diyarname
Li Rusyayê ji bo Parlemena Jêrîn Dumayê hilbijartin çêbû û 5 partî karîn bikevin meclisê. Li gor daxuyaniya Seroka Komîsyona Hilbijartina Navendî ya Rusyayê Ella Pamfilova beşdariya hilbijartinê sedî 51.68 çêbûye.
Va ne agahiyên li ser hilbijartinê:
- Hilbijatina ji bo Parlemena Jêrîn a Parlemenê Dumayê di navbar 17-19'ê mehê de li dar ket.
- Li Rusya û derveyî Rusyayê bi temamî 110 mîlyon hilbijêr hebûn, ji van sedî 51.68 deng bikar anîne.
- 14 partî beşdarî hilbijartinê bûn û tenê 5 partî karîn benda hilbijartinê ku sedî 5 e derbas bikin.
- Li Dûmayê 450 kûrsî hene. Ji van partiya Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin "Rusyaya Yekbûyî" sedî 49.85'ê dengan girt. Dûre Partiya Komunîst sedî 18,96, Demokratên Lîberal sedî 7,50, Rusyaya Adil sedî 7,44 û Partiya Mirovên Nû jî sedî 5,33 deng girt.
- Ji bo mebûsên li Dûmayê her 5 salan careke hilbijartin çêdibe. Ji 450 mebûsan partî ji lîsteya partiyên xwe225 berendamî nîşan didin, 225 berendamî jî ji kesên serbixwe nîşan dirin.
Partiya Putin di hilbijartina 2016'an de sedî 54,20 deng girtibû. Li aliyê din muxalefetê partiya desthilatdar bi sextekariya giştî sûcdar kir. Muxalifan diyar kir ku di 15 herêmên hilbijartinê de ji nîvî zêdetir ew li pêş bûn lê piştî ku dengên bi elektronîk hatine dayîn lê zêde kirin wan ew der hemû winda kiriye û bi vê yekê jî îdîaya diziyê hat kirin. Ji berendamên Partiya Komunîst Mikhail Lobanov gotiye ku ew her li pêş bû lê piştî ku dengên elektronîkî lê bar kirine ji nişke ve dîtiye ku berendanê Partiya Rusyaya Yekbûyî bi ser ketiye. Lobanov ji ser twittera xwe re jî diyar kiriye ku encamek wisa ne mimkûn e û bang li her kesî kiriye ku bên ba hev û gava piştî vê nîqaş bikin.


