Diyarname
Kovara li ser sporê “Socrates” ku bi diruÅŸma “Kovara Sporê ya Difikire” di sala 2015’an de dest bi weÅŸanê kiribû, vê mehê dawî li weÅŸana xwe ya çapkirî tîne.
Berpirsên kovarê bi ser hesabê xwe yê twitterê re vîdyoyeke belav kirin û biryara xwe ragihadin. Xwediyê kovarê Can Oz got ku wan dest ji kovarê bernedaye, derbasî qadek din dibin û ev yek lê zêde kiriye, “Ji bo sala 2023’yan me plansazî çêdikir, me dît ku maliyeta kovarê diçe 150 TL’yî. Ger bi vê buhayê me kovar derxista piyaseyê dê hejmara aboneyan gelek biketa û emê biketana nava girêkek ku her zirarê dike. Ji ber vê yekê me biryar da ku dest ji kovara çapkirî berdin.”
Kovarê niha hejmara xwe ya rêbendana 2023’yan çap kir û di heman demê de wekî dîjîtal jî amade kir. Ji niha û pêde dê tenê dîjîtal bê amadekirin û li ser malpera wan bê belavkirin.
Dîroka kovarê
Kovara Socratesê di avrêla 2015’an de hejmara xwe ya yekem derxist û ji wê demê ve mehane derdiket. Kovar ji aliyê WeÅŸanxaneya Can ve dihat derxistin. Hejmara yekem a kovarê wekî 18 hezar heb hatibû çapkirin, di kurtedemê de ev hejmar hat firotin û çapa duyem û sêyem jî kir.
Kovara ku 144 rûpel bû di sala 2016’an de edîsyona wê ya almanî hat derxistin ku ev yekem kovareke tirkî bû ku li Ewropayê dihat derxistin. Kovarê li Almanya, Avusturya, Îtalya, Swîsre, Portekîz û Beneluksê hat belavkirin.
Kovarê di hejmara xwe ya dawî de ji ber serketina wî ya di Kûpaya Cîhanê de Messi xist berga xwe.