ŞIRNEX (DÎHA)
Cenazeyê Yasîn Ozer û Bariş Dalmiş ên ku di encama êrîşa hêzên kontara de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan bi tevlibûna dehezaran kesî hatin definkirin.
Yasîn Ozer û Bariş Dalmiş ên ku li Cizîra Şirnexê di necama êrîşên konrade jiyana xwe ji destda bûn ji bo otopsiyê cenazeyên wan anîbûn Amedê. Piştî otopsiyê cenazeyên Dalmiş û Ozer bi konvoyekê anîn Cizîrê. Cenazeyê Dalmiş û Ozer li Cizîrê li ser Kolana Hezex (Arîn Mîrkan) bi dirûşmên 'şehîd namirin' ji aliyê dehezaran welatî ve hatin pêşwazîkrin. Girseya ku cenaze wergirtin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ozer û Dalmişê ku jiyana xwe ji dest dane û posterên şervanên HPG, YPG-YPJ'iyên jiyane xwe ji dest dane û alên KCK, PKK, HPG, YPG'ê hilgirtin. Girsê di meşê de bê navber dirûşim berz kir û heta goristanê hejmara welatiyan 50 hezar derbas kir.
Girseya ku gihaştin goristanê li vir ji bo Dalmiş û Ozer merazîmek pêk hat. Di merasîmê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên bajar û navçeyên heremê, rêveberên BDP û HDP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Bi tevlibûna dehezeran sirûda "Ey Raqîp" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît axaftinek kurd kir û diyar kir ku helê Botanê her tim li şehîdên xwe xwedî derdikeve û sipasiyên xwe pêşkêş kir.
Piştre Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axvî. Irmak di axftina xwe de diyar kir ku ew di şexsê rêhevalên Bariş û Yasîn de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Irmak wiha got: "Em carek din soz didin şehîdên xwe û sond dixwun ku em ê bi awayekî hêjayî têkoşîna xwe bidomînin." Irmak di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku lîstiktik li ser gelê kurd û bi tabetî jî li ser gelê Botanê tê lîstin.
'Em pir baş dizanin şer bikin lê em aştiyê dixwazin'
Irmak di axaftina xwe de desnîşan kir ku hûn nikarin bi lîtik, tang û topan têkevin pêşiya têkoşîn û berxwedan ciwanên Botanê û wiha got: "Rêbatiya ma di nava çar duwaran de ji bo aştî pêk bê û ev pêvajo bi aweyekî serkeftî bi encam bibe têdikoşe. Lê hin hêzên ku vê pêvajoyê naxwezin bi lîstikên Osmanî dixwazin têk bibin. Bila her kes vê yekê baş biznibe em pir baş dizanin şer bikin lê em aştiyê dixwazin.
Piştî axaftina Irmak dayika Bariş Dalmiş, Zûbeyde Dalmiş axivî û ev tişat anî ziman: "Bariş şehîdê hemû gelê kurd e. Hûn li şehîdê xwe xwedî derketin. Ez dibim qurbana hemû kurdan lê ne yê xayîn. Dibêjin 'hevdû dikujin' Bariş jî bi vî awayî şehît ket. Li ser şehîdên me lîstikin qirêj dimeşînin. Ez wan şermezar dikim."
Însiyatîfa Gel: Em hemû ciwanan dawetî berxwedanê dikin
Piştre li ser navê Însiyatîfa Gel ciwanekî rûyê wî gîrtî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel de hat gotin ku bi sed salan e ji aliyê hêzên dagirker ve gelê kurd û ciwanên kurd her tim hatine qetilkirin. Însiyatîfa xwe wiha berdewam kir: "Lê bi saya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê berxwedane mezin hatiye nîşandan. Bangawaziya me ji bo hemû ciwanên Botanê ew e ku; bila ciwanên me baş bizanibin ku tu carî listikên li ser gelê kurd bi dawî nabin û bawerî bi dewleta tirk nayê. Li hemberî hemû pêkûtiyên li ser gelê me encax bi berxwedanê em dikirin bi ser bikevin û azadiyê bi dest bixin. Heke li Rojava berxwedanek wiha tune bûna kesî xwe nêzî gelê kurd nedikir. Em jî dibêjin bi berxedan mezin cihê ciwanên me ligel Tevgera Azadiyê û ligel felsefeya Rêber Apo ya berxwedanê ye. Bila her kes vê yekê baş bizanibe ku em tucarî taxên xwe ji hêzên dagirkeran re bernadin."
Piştî axaftinan cenazeyên Ozer û Dalmiş bi dirûşmên "Şehîd namirin" sipartin axê û dua hat xwenin. Gerse carek din bi dirûşmeyan heta avahiya DBP'ê hatin ji vir jî derbasî çalakiya nobetê ya ku li taxa Nûr pêk tên bûn.