Diyarname
Xebatkarekî DEDAŞ'ê (Dicle Elektrîk Dagitim A.Ş / Kompaniya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) got ku li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Batman û Rihayê di salek de DEDAŞ'ê bi daneyên 2 mîlyon û 300 fatûreyê re lîstiye û di encamê de nêzî 100 mîlyon TL bêyî ku heq bike pere girtine.
Ebubekir Ozgur 6 salan li DEDAŞ'ê wekî karmendê pîvandina endeksên saziyê xebitiye. Ozgur piştî ku ji saziyê îstîfa kir ji bo doza sûcê bê vekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da.
Ozgur ji serdozgeriyê re got ku DEDAŞ li gor zagona "EPDK" (Saziya Sazkirrina Piyaseya Enerjiyê) tevnegeriyaye û di bi navê "xercikirina zêdek" de ji hemwelatiyan pereyên ku heq nake kom kirine, fatûreyên xeyalî saz kirine û berdêla elektrîkê belawela diçe du qat ji aboneyan girtiye.
Karsazê DEDAŞ'yê yê berê Ebubekir Ozgur li ser van meseleyan ji Ajansa Mezopotamyayê ji bo Arjîn Dîlek Oncel axiviye û gotiye ku DEDAŞ'ê di 3 salan de 70 mîlyon TL bêyî heq bike pere girtine û li ser vê yekê belgeyên di destê xwe de nîşan dide.
Li gor Ozgur ev kirina DEDAŞ'ê hê jî didome.