logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bikemilin?

Gelo wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bi taybetî yên bakur bikemilin û wî rikberiya xwe ya hişk li cih bihêlin, di cihê

  • Dîrok: 19/01/2012
  • Beş: Serbest
Fêrgîn Melîk Aykoç

Mirov bi kîjan aliyê ve li rewşa me û welatê me dinêre, binêre, rastê hin aliyên di nava nexweşiyê de ne tê. Her çendî gelek caran mînakên baş hebin jî, dîsa aliyê nexweşî giran datê.
Em berê li aliyê erênî binêrin:
Berê li gundan rûspiyan erkê kom yan jî komîsyona dadweriyê werdigirtin, hebûn. Vê koma rûspiyan pêşî li pevçûnan digirt, kesên ji hev dixeyîdî li hev dianîn, dema keç revandin heba doza wan safî dikir. Heta li hin cihan dikanîn xwîniyan jî li hev bînin.  Hin biryarên giştî jî bi destên wan dihat dayîn, wekîî mînak, dê kengê têketana ser rêya zozanan, kengê ji zozanan vegeriyana û hîn gelek karên din yên bi nirx pêk dianîn. Gelek caran gava rûdanên nerênî giran ba, diçûn kesên navdar (wekîî şêx, beg, serokeşîr û hwd.) danîn ku bikanin van mijareyan çareser bikin. Vê erkê rûspiyan ew civaka me ya kevnare li pê digirt.
Lê li pey ser û bin bûnên li welêt, pêkhatina bajarvanî, hevdaketina têkiliyên berê li gundan hebû, civakeke nû derket pêşiya me. Di bajarvaniyê de diviya bû ev erk bi hêla hin sazî û kesayetiyên li gor pêşveçûna civakê pek bihata. Wekîî şaredarî, partî, dadgehên dada netewî û hwd. Ji ber ku saziyên kurdistanî nû nû bingehê xwe digire, di vir de jî aloziyên bingehîn hene. Li gel wan mijareyên, yan jî nakokiyên di navbera partiyan de, partî û koman de jî derketin. Ji bo pêşveçûnên civakî yên wiha, bivê nevê, pêdivî bi rûsipiyên siyasî û têgihîştî hene. Ev li her welatî wiha ye.
Mînak: Li bajarê Almanya Sttutgartê ji ber çêkirina stasyona trênê di nava gel û hikumeta wê eyaletê de pirsgirêk derket. Ji bo çareserkirina wê kêşeyê Rûsipiyê siyasî Heiner Geissler ku ji partiya CDU bû, wekî rûsipî kete navberê. Lê Heiner Geissler ne wekî partîzanekî CDU, wekî dozgerekî dadwer tevgeriya. Her çendî partiya wî jî li ser kar bû. Dîsa wî rûspîtiya xwe derxist pêş û navbênkariyeke dadwerî kir. Hema bigire hemî polîtîkvanên alman yên bûne rûspî, partîzaniya xwe cih hîştine, li ku derê pirsgirekekê civakî hebe, wekî dadwerekî bêlayan dikevin navberê û pirsgirêkan çareser dikin.
Ev li giş welatên Ewropayê wiha ye. Heta hin polîtîkvanên ewropî û amerîkayî di pirsgirekên nav dewletan de jî erkên rûspîtiyê digirin.
Dema mirov di vê aspektê de li rastiya polîtîkvanên cihanê yên rûspî dinêre, vê û qaşo rûspiyên di nava polîtîka kurdan de dide ber hev, matmayî dimîne û şerm dike. Di siyaseta me de bi dehan minakên xirab hene:
Wekî mînak: Kemal Burkay.
Me hêvî dikir ku kesekî di wî temenî de tenê erkên rûspîtîyê werbigirta, hêrs, rik û dijberiya xwe ya hişk cih bihişta; di rabûn û rûniştina xwe de, di nivisandin û axaftina xwe de, tenê ji bo yekîtiya kurdan tevbigeriya. Erkê navbênkariya di nava hêzên kurdistanî de werbigirta. Ne li ser daxwaziya AKP‘ê, li ser vê erkê navbênkarî û rûspîtiyê wergirtinê vegeriya welêt. Berê ne li Stenbolê, li paytexta Kurdistanê Amaedê peya biba. Di gava yekem de hêz û şaredariyên kurdistanî ziyaret bikira. Bêhn û hewa welêt bikişanda, hîna biçûya Stenbol û Enqereyê.
Lê na, ev yek pêkneanî. Çi dike? Hema çawa çav li mîkrofon û rojnamegereke/î dikeve, tew jê neyê pirsîn jî, ew wê kilamoka xwe ya dijberiyê dibêje. Min cara yekem ew kilamoka wî ya li dijî PKK’ê di 1981’ê de li Frankfurtê bihîstibû. Ev sih sal in heman gotin, heman êrîş, ne gotinekî zêde ne yek kêm. Lê li hember kirinên serkariya tirk (hûn wekî AKP fêm bikin) yek gotineke xirab nabêje. Bixwe neçû Roboskî ziyaret nekir. Gava li ser Roboskî jî nivisî, dîsa berê tîrên wî li PKK’ê bû. Di komisyona edaletê ya Meclisa Tirkiyeyê de jî heman rik û îdîa. Jixwe AKP’ê ew vexwendibû wê komîsyonê.
Yên wiha pirr in, mirov kijanî bibêje, kîjanî nebêje!
Mînaka duyam: Mûrat Ciwan e. Ew geh êrîşê zarokên li kuçeyan bi keviran xwe li hemberî êrîşên polîsan diparêzin, dike; geh nûçeyên aspargas yên çapemeniya fetullahî werdigerîne kurdî û di malpera xwe de diweşîne. Di her nivisa wî de rik û dijberî heye. Di encamê de bi wî temenê xwe ve çû, çû, bû xebatkarekî TRT 6’ê. Maşallah rûspiyekê siyasetê.
Jixwe wan ên din! Hê ji van herduyan xirabtir in. Dema mirov nivîsên wan yên wekî S. Laçîner dide ber hev, matmayî dimîne, Çawa ku ji yek qelemekî derketibe. 
Ji bo siyaseta me şerma mezin ev e.
Gelo wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bi taybetî yên bakur bikemilin û wî rikberiya xwe ya hişk li cih bihêlin, di cihê  karê dijimin hêsankirinê de xwedî li erkên xwe yên netewî û temenî derkevin?

 

capanik51@hotmail.de

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

 

- Kareseta Wanê û zihniyeta nijadperest
- Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hilbijartina li Iraqê dest pê kir

ad

Festîvala Stenbolê deriyên xwe vekir

ad

Sirri Sureyya Onder: Ji bo aştiyê emê her tiştî bikin

ad

Kanaleke nû 'Medya Haber TV' tê

ad

2013: 70 rojnameger li ser kar mirin

ad

Nivîskarên kurd ji bo çalakiyên wêjeyî li Stenbolê civiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname