logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Hirvatan nehişt Brezîlyayî bireqisin

  • Dîrok: 09/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Cemil Oguz

Di maça yekemîn a çarîk fînalê ya Kûpaya Cîhanê 2022 de Hirvatistan û Brezîlya hatin hemberî hev. 90 deqe û 120 deqe têr nekirin (1-1) û bi penaltiyan (3-1), bi qeleparêz Livakoviçê hirvatistanî Brezîlya şand mal û ew derbasî nîv fînalê bûn.

Maçeke bi heyecan li pêşiya hemû temaşevan, li benda hezkirên fûtbolê bû. Li aliyek Brezîlyaya favorî, li aliyê din Hirvatistana berxwedêr…

Neymarî avêt, Petkoviçi bersiv da

Di 90 deqîqeyên pêşî de ji bilî golê hemû heyecan hebû. Loma jî maç ber bi dema zêdek ve çû. Di nîveka yekemîn a dema zêdek de, ji Brezilyayê Neymar di deqîqeya 105+1 de gol avêt. Stad rabû ser piyan, hemû çepik ji bo Neymar bûn, bi dansê, bi reqsê, bi çaliman wî gol avêt. Qeleparêzê Hirvatistanê Dominik Livakovic ê heta vê kêliyê deriyê kelehê girtibû, gelek û gelek serketî bû, tiştek bikira tune bû. Serê hirvatan li pêş wan, kenê brezîliyan difûriya hewa...

Belkî gelek kes li bendê bûn maç bi vî awayî bi dawî bibe, lê reqîb hirvat bûn. Hirvatan dest ji berxwedanê, dest ji maçê, dest ji hêviyê bernedidan. Dema deqe hat 116’an vê carê dora gotinê ê wan bû: Bruno Petkoviçê ku gavek berê ketibû maçê rih da, can da tîma xwe û ew bir penaltiyan. Carek din hirvatan nîşan da ku berxwedan jiyan e.

Di penaltiyan de Hirvatistan bi tecrube bûn. Di maça berî vê de bi penaltiyan Japonya şandibûn mal û hatibû çarîk fînalê. Di wê maçê de qeleparêz Livakoviç di 3 penaltiyan de rê nedabû lîstikvanên japon û niha dîsa bar li ser milê wî.

Û erê, çawa Neymarî brezîlî rakiribûn ser piyan, çawa Petkoviçi bersiv dabû, vê carê dora qeleparêzan bû, ka dê wan çi bikira? Qeleparêz Becker nekarî tiştek bike, lê qeleparêzê hirvat Dominik Livakovic carek din mifte li deriyê keleha xwe da û Hirvatistan derket nîv fînalê. Livakoviç nehişt ji Brezîlyayê Rodrygo golê biavêje û dema Marquinhos jî gog li dîreka qeleyê da, êdî hêstirên Neymar, hêstirên brêzilyayiyan dihatin xwarê, her ku Hirvatistan e, kêfê wan li ber asîmanan bû. 

Notek li ser Neymar

Erê Brezîlyayê xatir xwest lê ji bo Neymar ê brezîlî heyecanek din bû: Bi golek dê biba şirîkê Pele. Û bû jî. Bi gola ku Neymar avêt bû 77 gol ku bi formaya tîma neteweyî diavêje. Heta niha di tîma Brezîlyayê de herî zêde Pele gol avêtibû, niha Neymar bû şirîkê wî.

Notek li ser Livakoviç

Qeleparêzê Hirvatistanê Livakoviç wisa qeleparêz e ku di vê kûpayê de di penaltiyan de rê li ber 4 golan girtibû. Bi vê ketiye nava dîroka dinyayê. Heta niha di kûpaya 2006’an de ji Portekîzê Ricardo, di sala 2018’an de ji Hirvatistanê Subasic nehiştibûn di tûrnûvayê de 4 penaltî veguherin golê. Û îsal ji Fasê Bounou, ji Hirvatistanê jî Livakoviçê nehiştin 4 penaltî bibin gol. Û bi vê Livakoviç bû lehengê Hirvatistanê û ji hemû temaşevanên fûtbolê jî çepik girtin…

Vê êvarê dê Hollanda û Arjantîn bi hev re bilîzin. Tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Hirvatistanên.

Brezîlya bû 4 caran li heman cihî têk diçe

Brezîlyaya ku di her tûrnûvayê de bi gotina “Vê carê dê çêbe” dest pê dike, lê ev bû 4 tûrnûva di nav 8 tîman, yanê di çarîk fînalê de têk diçe. Brezîlya li hemberî tîmên ewropî serê wê li ber wê ye. Di sala 2006’an de li hemberî Fransa, di sala 2010’an de li hemberî Hollanda, di sala 2018’an de li hemberî Belçîkayê têk çû. Û îsal, Qatar 2022 de li hemberî Hirvatistanê têk çû. Di tûrnûvaya 2014’an de jî Brezîlya di nîv fînalê de li hemberî Almanyayê têkçûbû. Di wê maçê de Almanyayê 7 gol avêtibûn Brezîlyayê û brezîliyan tenê karîbû golek biavêjin.

 

***

 

Rûpela Taybet, hemû nûçe:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet   

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bextê dagirkirî' derket

ad

30 hezar kesî 35 kes veşartin

ad

Agir berdan depoya Avesta ya li Amedê

ad

Li bajarên kurdan anketa li ser ziman hat çêkirin

ad

Weqfa Kurdî li 'Milli Gazete'yê doz vedike

ad

Mehmet Atli diçe Îzmîrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname