Hiwa Khoshnaw / Bruksel
Di roja 7.7.2017’an da Serokê Partiya Demokrat a Kûrdistanê Mesûd Barzanî bi henek partiyên siyasî ya biçûk re civiya ku du siyasetmedarên YNK’ê jî di navda hebûn. Lê civîn ji aliyê bizava Gorran, Komela Îslamî ve hate boykotkirin.
Di dawiya civînê de belavokek hat belavkirin ku wan aliyan di civînê de biryar wergirtine da ku di roja 25.09.2017’an de referandomek li Kurdistanê were li dardayîn ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê. Her wiha balkêş e ku di daxuyaniyê de tê gotin destpêkê referandûm, piştre hilbijartin!!.
Karvedanên navxweyî û faşîzma PDK’ê
Kawêz Mula Perwêz berpirsê ragihandina PDK ku gelek caran wekî berdevkê naresmî ya partiyê tê xuyakirin, di panêlek a NRT TV de got: “Dewletek mîna DAEŞ ya kurdan ji mana me di nava Iraqê a niha de baştir e!!!” (1)
Piştî îlankirina referandûmê hejmareke gelek zêde ya rewşenbîr, siyasetmedarên ku di bin hêjmûna PDK de nîn e, xwendevan, rojnameger û ....her wiha, karvedana xwe li hemberî vê biryarê nîşandan. Di karvedanan de xuya bû ku her kes serxwebûna Kurdistanê dixwaze lê ew fikarên xwe li hemberî armancên veşartî ya siyasî li piştî referandûmê dane xuyakirin.
Li gorî malpera Zedar ya nêzî PDK’ê alîgirê serokê parlemana başûr ku li ser lîsteya PDK’ê ye, kesên ku li dijî referandûmê derdikevin, wê bên cezakirin. Heman malper lîsteyek derxist û kesên nerazî ya akademîsyan, nivîskarên bi nav û deng, rojnameger û çalakgerên saziyên sivîl wekî “xayîn û cehş” dan nîşandan.
Karvedanên derve
- PDKê digot: “Em ji bo referandûmê pirs bi çi kesî nakin û ew pirs tenê girêdayê me ye.”
Lê balkêş bû piştî ku Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Rusya, Tirkiya û Îran li hember derketin, Serokê Desteya Reveberiya Referandûmê Hoşyar Zêbarî ku çend meh berî niha li ser fesadiya malî ji aliyê parlemana Iraqê ve ji wezareta malî hatibû avêtin, di daxuyaniyeke xwe de ji bo Reutersê got: “Armanc ji referandûma serxwebûna Kurdistanê nîn e, lê em dixwazin referandûm wekî kartek a bihêz ya zextê li dijî Bexdayê bikar bînîn.”
Di roja îro de çi dewlet û saziyên navnetewî di serî de Neteweyên Yekbûyî piştgîrî nedane referandûmê. Sedem jî ew e di navbera 26 salan de ya desthilatdariya Başûr de, fesadiyek a malî û îdarî zêde hatiye ji aliyê PDK û YNK ve hatiye encamdan ku di welatên herî paşketî ya cîhanê de tiştek wisa nehatiye dîtin.
Armancên referandûmê
Her kes dizane ev du sal e li başûrê Kurdistanê kirîzek a serokatiyê heye. Ev du sal in Barzanî bi awayek nemeşrû li derveyî yasayê li ser kursiya xwe ya serokatiyê rûniştiye. Ji ber ku parlemento nemeşrûbûna Barzanî nexe rojevê, hêzên asayîşê ya PDK’ê ev dû sal in rê nadin Serokê Parlemena Başûr Mihemed Yûsif li ofîsa xwe li Hewlêrê kar bike. Piştî ku PDK bi Tirkiye re rêka Ceyhan vekirin da ku petrola Başûr bidin firotin û hikumeta Bexdayê agahdar nekirin, ji aliyê hikumeta Iraqê ve meaşên karmendên Başûr hat dawî anîn. Şêwirmendê berê ya serokê AKP’ê Erdogan Yiğit Bulut (2) di kampanya ya referandûma pêşîn ya Tirkiyeyê de diyar kiribû ku “di navbera 2-3 salan de bakurê Iraqê dê referandûma xwe ji bo veqetiyan li Irakê encam bide û were nava Tirkiyayê”.
PDK û YNK bi vê tên tometbarkirin ku rojane sedan hezar barmîl petrol dişînin derve, lê meaşên karmendan nadin.
Gelek çavdêrên siyasî dibêjin Barzanî dixwaze di rêka referandûmeke wisa de hebûna xwe ya li derveya yasa wekî serok ji bo xwe yan jî kurê xwe Masrûr Barzanî, bide qebûlkirin.
Loma jî ew dixwazin, di destpêkê de referandûm û piştî vê hilbijartin bên encamdan!? Ma gelo berovajî çênabe?
Heger ew dixwazin Kurdistanê serbixwe bikin, çima parlemento felc dikin?
Gelek çavdêrên siyasî didin xuyakirin ku Barzanî li hemberî îdareya Rojava gelekî bi fikar e û nikare rekabet pê re bide kirin. Loma di rêka referandûmê de qaşo ji bo serxwebûn a Kurdistanê de dixwaze demarên neteweperestî rabike û provakasiyonek encam bide.
Hê jî xuya nîn e ka referandûma behskirî wê di dema xwe ya diyarkirî de pêk bê yan na, lê xuya ye ku ew referandûm di demek de tê îdîakirin, ku rewşa Başûr ya siyasî, aborî û yekîtiya aliyan gelekî xirab e. Ji xeynî wê, hikumet lawaz e, parlemento hatiye felckirin, li şûna yek artêş du artêşên cuda hene. Di rewşeke wisa de mirov ditirse ku referandûmeke wisa li şûna berhem û destkeftan, rewşa heyî jî xirabtir bike.
khoshnaw.hiwa@gmail.com
facebook: Hiwa Khoshnaw
1- http://www.nrttv.com/Details.aspx?Jimare=73833
2- https://www.youtube.com/watch?v=uHAX7crCWeU&feature=youtu.be
***
**
Hin nivîs û nûçeyên eleqedar:
- Luqman Guldivê: Diyarkirina çarenûsê
- Fehîm Işik: Referanduma serxwebûnê
- Zekî Ozmen: Referandûm û emojiya ala rengîn
- Necîbe Qeredaxî: Referandûma li Başûr
- Yeko Ardil: Serxwebûn
- 'Referandûma li Bakurê Iraqê xetayek mezin e'