DIRBÊSIYÊ
Rayedarên Şaredariya Dirbêsiyê ya rojavayê Kurdistanê û şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê ji bo ezmûnên xwe bi hev re parve bikin, li Qoserê hatin cem hev.
Bi armanca Şaredariya Dirbêrsiyê ji tecrubeyên Şaredariya Qoserê sûd werbigre, heyetek ji Şaredariya Dirbêsiyê çû serdana Şaredariya Qoserê. Heyet ji aliyê heyeta Şaredariya Qoserê ve hat pêşwazî kirin û rewşa di navber Qoser û Dirbêsiyê de hate gotûbêjkirin.
Deriyê sînor ku ev 30 sal in ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin û cara yekem delegeyên jinên rojavaya Kurdistanê û Sûriyê yên tevlî konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku Amedê hate lidarxistin derbas bûbûn, vê carê jî endamên Şaredariya Dirbêsiyê di deriyê Dirbêsiyê re bi awayekî fermî derbasî bakur bûn.
Endamê Şaredariya Dirbêsiyê Mihemed Şukrî û Fayîz Umer dan zanîn ku serdana wan bi armanca pêşxistina têkiliyan di nava bajarê Dirbasiyê û Qoser de bû.