Diyarname
TZPKurdî bi minasebeta 5’mîn salvegera mirina Feqî Huseyn Sagniç Pêşbaziya Çîrok, Helbest, Fabl û Cerebeyan dabû destpêkirin. Niha encamên wê hate eşkerekirin,
Li gor agahiya amadekarên pêşbaziyê di beşên çîrok, helbest û fablê de gelek berhemên giranbuha gihîştine ber destê wan lê di beşa cerebeyê de nivîs bi têra xwe ji pêşbaziyê re nehatine şandin û lewre di vê beşê de xelat nehatine dayîn.
Amadekarên pêşbaziyê li ser armanca amadekirina pêşbaziyê wisa gotine ‘Armanca me ji vê pêşbaziyê teşwîqkirina nifşê nû bû ji bo wêje û çanda kurdî, her wiha pêşvebirin û parastina çand û wêjeya kurdî bû. Em di vê baweriyê de ne ku em gihîştine armanca xwe. Eleqeya ku ji pêşbaziyê re hatiye nîşandan vê yekê nîşan dide’ û encam jî wisa eşkerekirine:
Çîrok
1) Em ê di Gora Kalikê Wan de Birîn :Dijwar Uskan
2) Dadweriya Xwedayî : Şevger Çiya
3) Bextewarî û Mirin : Azad Ronakbar
Helbest:
1) Dilopek :Şevger JAKAW
2) Hebûn û Tunebûn : Xecê Omerî
3) Netirsin : Welat Dilken
Fabl:
1) Merganê : Rezoyê Osê
2) Daristana Bêqral : Emin Sarı
3) Mih û Bizin : Idrîs Goksun
Xelatên pêşbaziyê dê di 12.03.2008’an de li Wanê, li Salona Şamdan a Dawetan bi merasîmekê bêne dayîn.


