Diyarname
Heyetek ji Rêveberiya XWeser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji bo hevdîtinan çû Katalonyayê. Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Rêveberiyên Herêmî Cîhad Omer, Nûnerê Rêveberiya XWeser ê Îskandînavyayê Şiyar Elî di nav heyetê de cih girt. Berpirsê Karên Derve yê Hikumeta Katalonyayê Miquel Royo ji Parlemena Katalonyayê Alba Verger, Ruben Wagensberg, Carls Riera û Aurora Maduela pêşwazî li heyetê kir.
Nûnerê Ewropayê Omer ji bo ANHA'yê axivî û got ku Parlemena Katalonyayê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirine, ji bo vê em sipasiya wan dikin.
Va ne gotinên Omer ên di ANHA'yê de:
- Ligel wan li ser mijarên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî, êrîşên Tirkiyeyê, projeyên nijadpereset û guhartina demografiya herêmê em axivîn.
- Me carek din ji Parlemen û hikumeta Katalonyayê daxwaz kir ku têkiliyên xwe ligel Herêma Xweser xurtir bikin.
- Wan diyar kir ku ew amade ne têkiliyan xurt bikin. Ew li ser projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser sekinîn, bi taybetî li ser rola jinê sekinîn.
Li aliyê din heyetê ligel hin saziyên din ên Katalonyayê wekî Enstîtuya Aştiyê, Saziya Fona Katalonyayê, Şaredarî û saziyên sivîl jî hevdîtin çêkirin.


