Diyarname
Ji aliyê temaşekirina fîlman ên li sînemayê encamên salê diyar dibin. Vaye 10 fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin:
Îsal li sînemayên li Tirkiyeyê herî zêde li "Eyvah Eyvah 2" yê ku Ata Demirer û Demet Akbag têde lîstiye hatiye temaşekirin. "Eyvah Eyvah 2" ji aliyê 3 mîlyon û 947 hezar û 988 kesî li sînemayan lê temaşe kir û bi vê reqemê fîlm bû yekemînê sala 2011'an.
Piştî "Eyvah Eyvah 2" fîlmê "Aşk Tesadufleri Sever" tê ku vî fîlmî jî kariye 2 mîlyon û 418 hezar û 90 kesî bikişîne sînemayê. Di rêza sêyemîn de jî "Kurtlar Vadisi: Filistîn" heye.
Tiştên balkêş di lîsteyê de tenê sê fîlmên biyanî hene û 7 fîlmên din ji Tirkiyeyê ne. Ev yek jî helwesta temaşevanan a li hemberî fîlman nîşan dide.
Vaye lîsteya 10 fîlmên ku li Tirkiyeyê herî zêde li wan hatine temaşekirin:
1- Eyyvah Eyvah 2: 3.947.988
2- Aşk Tesadufleri Sever: 2.418.090
3- Kurtlar Vadisi: Filistîn: 2.028.057
4- Allah’in Sadik Kulu: Barla: 1.988.122
5- Twilight Zone: Breaking Dawn: 1.240.189
6- Anadolu Kartalları: 1.171.619
7- Pirates of the Caribbean: Mysterious Seas: 1.170.783
8- Şirinler: 1.140.489
9- Hur Adam: 952.281
10- Ya Sonra: 849.743
***
Nûçeya eleqedar:
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin