Diyarname
Hunermend Seyda Perînçek wê li Japonyayê konserek pêşkêş bikiran lê konsera wî hat qedexekirin, ew girtin bin çavan. Paşê dersînor kirin. Komeleya Çanda Kurd a Japon konser amade kiribû.
Agahiya li ser meseleyê rojnameger Adem Karaçoban belav kir. Hunermend Seyda Perînçek ji bo konserê dê biçûya Japonyayê lê li ser sînor ew girtin bin çavan. 8 saetan li bin çavan ma, paşê ew ji bo bi paş ve şandina bo Almanyayê hat dersînorkirin.
Li gor agahiyên bi destwerdana Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê konsera wî hatiye qedexekirin.
Perînçek vê êvarê dê kanala Adem Karaçoban de qala agahiyên din bike.


