Diyarname
Fîlmê derhêner M. Tayfur Aydin ê bi navê "Rêç" ku bi kurdî û tirkî ye galaya wî li Sînemaya Beyogluyê li dar ket.
Di galaya fîlmê Rêç ku gelek eleqe lê hebû de derhênerê fîlmê M. Tayfur Aydin, lîstikvanên fîlm Necmettin Çobanoglu, Bilal Bulut, Ozan Diyar, Nurten Demirtaş, muzîk sazkarê fîlm Mustafa Biber, ji mêvanan dêrhenêr Kazim Oz, Aydin Orak, Cemil Oguz, lîstikvan Kemal Ulusoy, Erdal Ceviz, Mîrza Metin, Berfin Zenderlioglu, Îsmail Yildiz, rexnegira sînemayê Alin Taşçiyan û gelek kesên din amade bûn.
Pîreke kurd a 80 salî Şaristan ji welatê xwe koç kiriye, li Stenbolê, li maleke biçûk tevî kurê xwe Mîrza, neviyên xwe Hêvî, Leyla û Meryemê dijî. Serê sibeyeke Şaristana ku 20 sal in bi hesreta welatê xwe dijî, dixwaze rojên xwe yên dawî li gundê xwe derbas bike û ew, Mîrza û neviyê wê Hêvî ber bi bajarê xwe Batmanê ve dikevin rê. Jiyana Şaristanê ya ku heta niha veşarî maye, gundê wê, gundê hatiye valakirin, rastiyên ku heta roja dawî jî ji bo kesî qal nekiribû derdikevin holê. Û ji vê kêliyê wêdetir fîlm bi rêwîtiye dijwar derdikeve pêşberî temaşevanan.
Muzîkar Mustafa Biber ku heta niha bi muzîkên fîlman gelek xelat girtibû, muzîkeke serketî ji bo vî fîlmî jî amade kiriye.
Derhêner M. Tayfur Aydin ku heta niha çend heb kurtefîlm kişandibû û bi wan xelat girtibû di yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj de ketiye rêwîtiyeke nû. Hin aliyên biçûk mirov bide aliyekê, fîlmekî hêjayî temaşekirinê derketiye pêşberî temaşevanan. Fîlmê M Tayfur Aydin "Rêç" ku zimanê wî kurdî û tirkî ye vê 9'ê mehê li 10 salonên sînemayê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Kunye:
"Rêç"
Derhêner: M.Tayfur Aydin
Sazkar: Turker Korkmaz
Senaryo: M.Tayfur Aydin
Çîrok: Yavuz Ekinci
Derhênere dîmenê: Emre Konuk
Muzîk: Mustafa Biber
Vesazkirina Deng: Burak Topalakçi
Vesazkirin: Selim Demirdelen
Derhênerê Hunerê: Şaki Kavak
Kordînatora Sazkirinê: Bahar Ozer
Derhênerê Alîkar: Omer Abay
Deng: Konstantinos Kitou
Cil û berg: Sait Kulen
Fragmana fîlm:


