STENBOL
Ji ber nivîsa civaknass Îsmaîl Beşîkçi ya bi sernavê "Kurd û mafên kurdan a tayînkirina qedera xwe" salek û 3 meh cezayê girtîgehê li wî hate birîn.
Danişîna biryarê ya doza Beşîkçî ku der barê wî de ji ber nivîsa xwe ya bi ser navê "Kurd û Mafê kurda a tayînkirina qedera xwe" a di Kovara Civak û Hiqûqê ya Demê ya Komeleya Hiqûqnasên Nûjên de hatibû weşandin, doz hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 11'emîn de hate dîtin. Danişîn bi beşdariya Beşîkçî û midûrê karê nivîsê parêzer Zeycan Balli Şîmşek pêkhat.
Di encama darizandinê de ji bo Beşîkçî salek 3 û meh cezaya hepsê hate birîn. Her wiha midûrê karê nivîsaran parêzer Zeycan Balli Şîmşek jî bi îdiaya "propangandaya rêxistinê" hat darizandin û ceza hate dayîn. Cezayê Şîmşek vegerandin cezayê pere.