Diyarname
Di rojekê de du girtiyên kurd li girtîgehan mirin. Ji bo ji van yekê 10 roj mabûn ku bê tehliyekirin.
Candemir li Girtîgeha Gîresûnê mir
Serokê DBP’ya Batmanê yê berê Mehmet Candemîr li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeya Gîresûnê mir. Hat îdîakirin ku ji ber qeyrana dil miriye. Rêveberiya girtîgehê vê sibê li malbatê geriyaye û gotiye ji ber qeyrana dil miriye. Lê birê wê Ahmet Candemîr ji bo MA’yê gotiye ku vê înê ligel wî axiviye û birê wî gotiye rewşa wî baş e.
Mehmet Candemîr 60 salî bû û 4 zarokên wî hebûn. Candemîr di navbera salên 2014-2016’an de Serokê DBP’ya Batmanê bû, di heman demê de endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê bû. Di sala 2016’an de hatibû girtin û par bi îdîaya endamtiya rêxistinê 17 sal û 6 meh cezayê hepsê lê birîbûn.
Yildirim li Girtîgela Elezîzê mir
Girtiyê bi navê Zulfu (İbrahim) Yildirim 68 salî bû û ev 5 sal bûn ku nexweş bû, ligel raporên nexweşiyê jî nedihat berdan. Yildirim li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Elezîzê bû û hat gotin ku ji ber qeyrana dil li erdê ketiye û miriye. Cenazeyê wî îro bi beşdariya Mebûsê HDP’ê yê Dêrsimê Alican Onlu û gelek kesên din li Dêrsimê hat definkirin. Hat gotin ku 10 roj mabûn ku cezayê Yildirim temam bibe û bê berdan.


