Amed
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê ji bo 30 bajarên mezin û bajarê Zonguldakê biryara qedexeya derketina derve da. Bajarên kurdan Amed, Wan û Mêrdîn jî di nav de ne. Li van deran dikan girtî ne, mirov dernakevin derve.
Li Amedê, Waliyê Amedê ku di heman demê de kayûmê Amedê ye biryar da ku alan bi dikanên girtî ve bidaliqînin. Li ser vê yekê karkerên girêdayî şaredariyê li Sûrê al bi dikanên girtî ve daliqandin û ev wêne derket holê. Em bêşirove wekî wêneyê rojê pêşkêş dikin.
(Foto ji MA'yê hatiye girtin)