Diyarname
Di panela "Ji duh heta îro ziman û wêjeya kurdî" ku bi beşdariya Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan li dar ket de Kurt got: "Hikumet dibêje 'kurdî serbest e'. Ev derew e. Piştî derbeya 82'yan tekane hikumetê ku kurdî qedexe kiriye hikumeta AKP'ê ye."
Panela ku ji aliyê Weşanên Aramê ve hat li dar xistin rojnameger Bayram Balci bi rê ve bir, Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan wekî axifger beşdar bûn.
Pêşî Tan axivî li ser taybetiyên zimanê kurdî, weşandina helbestên bi zaravayê hewranî yên di sedsala 7'an de kir, qala rewşa wêjeyî ya kurmancî, kirmanckî kir. Tan got ku bêsiûdiya zimanên îranî ew e ku di bin tesîra farisî de man. Farisî zêde li pêş bû, ewên din di bin siya wê de man. Mînak li Tirkiyeyê dema di ferhenga tirkî de, yan dema tê qal kirin peyva biyanî tê dîtin dibêjin ev 'farisî' ye, lê ew peyv dibe ku kurdî be, yan be belûcî be."
Tan qala ferqa tirkî û kurdî jî kir û hin mînak dan.
Mebûs Kurt jî pêşî qala Celale Xanim a ku di sedsala 8'an de jiyaye û bi wêjeyê re eleqedar kiriye kir û got: "Celale Xanim wekî Meyrema kurdan e. Ew jî wekî Meryemê zarokek bê bav tîne dinê. Dema Celale xanim ducanî dibe, malbat li hev dicive biryara kuştina wê didin. Birên wê dibin ku bikujin Celale bi zimanê wêjeyî di rê de wan qanî dike ku di xewde ji dilopek gula berberojkê ketiye dilê wê û ducanî bûye. Birê wê wê efû dikin û zarokek bi nave Şaxweşîn tîne dinê. Pêre jî xebata xwe ya wêjeyê didomîne."
Kurt qala koma zimanê ku kurdî jî têde ye kir û got ku li dinyayê berhemên klasîk ku şop li dû xwe hiştine ji vê komê derketine. Dîsa bal kişand ser kurdî ku bi kurdî roman derdikevin, zimanê ku pê roman bê nivîsandin ew ziman winda nabe.
Mebûsê BDP'ê Kurt bal kişand ser helwesta AKP'ê ku kurdî qedexe kiriye jî wisa got: "Hikumet dibêje 'kurdî serbest e'. Ev derew e. Piştî derbeya 82'yan tekane hikumetê ku kurdî qedexe kiriye hikumeta AKP'ê ye. Kurdiya ku serbest bû qedexe kiriye. Vê hikumetê di sala 2004'an de Zagona Çapemeniyê xala 25'an guhart. Got 'çapemenî û weşana ku li vî welatî tê kirin divê ne dijî xala 174'an be'. Vê yekê kir ku kurdî bikeve rewşa qedexeyê û rojek bê ku pêdivî wan pê hebe vê xalê bikar bînin. Xala 174'an dibêje weşana li Tirkiyeyê bê kirin nikare li dijî alfabeya Kemalîst be. Bi vê jî sembolên alfabeya kurdî wekî w, x, q qedexe dike. Tu alfabeyek sembolên wê tune binî, tu wê tune dikî. Hê çend roj berê li Sêrtê Şaredariya me Mala Piştgiriyê ya Celadet Elî Bedirşan vekir lê ji ber 'x'yê hat qedexekirin."
Di dawiya axaftina xwe de Kurt got ku meseleya bingehîn a kurdî ziman e, çareseriya ku ji ziman dest pê bike ew bi ser dikeve, çareseriyeke bê ziman çareseriyê bi xwe re nayne."
Foto: Cemil Oguz
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Bila tirk berheman ji kurdî wergerînin tirkî'
- Serokê TYB: Bila hikumet TMK'ê biguherîne
- Gotûbêj: 'Dengê Doyê' bi kurdî tê ser ziman
- Gelek nivîskarên kurd beşdarî TUYAP'ê dibin
.jpg)



