Lîsteya pêþberendarên Oscarê ya belgefîlman diyar bû
Diyarname
15 belgefîlm ji bo lîsteya pêþberendamên 90'emîn Xelata Oskarê hatin eþkere kirin. Di 23'yê meha rêbendana 2018'an de ev lîste dê dakeve 5'an û di 4'ê adara 2018'an de bi merasimek dê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî bê dayîn. Di þeva merasima ku dê li Þanogeha Dolby ya li Hollywoodê li dar bikeve de ligel belgefîlman di warên di de jî dê xelatên Oscarê bêne belavkirin.
Ji bo beþa belgefîlman 170 belgefîlmî serî lê dabû û ji wan niha lîsteya dirêj ya ji 15 belgefîlman pêkhatî hat eþkere kirin.
Akademiya Zanist û Hunerên Sînemayê (The Academy of Motion Picture Arts and Sciences) îsal 90'emîn car xelatan didin û hêdî hêdî lîsteya eþkere dike. Pêþî lîsteya belgefîlman ku 15 belgefîlm têde hene eþkere kir.
Vane 15 belgefîlmên di vê lîsteya pêþberendamtiya Oscarê de cih girtine:
- Abacus: Small Enough to Jail
- Chasing Coral
- City of Ghosts
- Ex Libris
- Faces Places
- Human Flow
- Icarus
- An Inconvenient Sequel: Truth to Power
- Jane
- LA 92
- Last Men in Aleppo
- Long Strange Trip
- One of Us
- Strong Island
- Unrest