ENQERE
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê Sîrwan Nejmeddîn Kerîm nameyeke ji bo Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar şand û ji bo careke din hilbijartina wan ew pîroz kirin.
Kerîm di nameya xwe de wisa got, “Ez bi helkefta encamdana kongreya 5’emîn û serkeftina bernameyên kongreya partiya we pîrozbahiyê li hevserok û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikim.
Kongreya HDP’ê di vê demê de girîng e, bi taybetî ku cîhan jî di nav de hemû parçeyên Kurdistanê bi guhertinên mezin re rû bi rû ne û xeterî zêde bûne.
Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê rewşê de ji bo amadekirina van guhertinên çaverêkirî girîng e, bi taybetî ku HDP partiyeke ku ji êşên civaka Kurd li Bakurê Kurdistanê û pirsgirêkên Tirkiyê dertê. Mafê hemû neteweyan û civakên etnîkî xwedî rol û bandora xwe bûn.
Û herdem siyaset û nerînên wê ji bo pirsa aştiyê li Tirkiye û navçeyê “u desteberkirina mafên tev gel û pêkhateyên netewî, xwedî rol û bandora xwe bûn. Serkeftin bo gelê kurd.”
Nûçeya Eleqedar:
- Buldan û Sancar li ser perwerdehiya kurdî û nasîna nasnameyê sekinîn (Notên li ser kongreyê)