Diyarname
Demek berê Skoçyayê referandûm li dar xistibû lê bi ser neketibû, vê carê dora Katalonyayê ye.
Katalonya bi awayekî fermî herêmeke xweser a Spanyayê ye. Katalan ji bo ka bibin welatek serbixwe yan na dê 9'ê meha sermawezê de li nav xwe referandûmeke li dar bixin. Rêberê Katalonyayê Artus Mas biryarnameya lidarxistina referandûmê îro îmze kir. Spanya naxwaze Katalonya referandûmeke wisa li dar bixe.
Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy referandûm wekî gavek li derveyî zagonê bi nav kir û got ku ewê pêşî li referandûmê bigirin.
Rajoy got ku hefteya pêşiya me ewê civîneke taybet bi wezîran re li dar bixe û li ser mijarê biaxive.
Beramberî gotinên Rajoy, Artus Mas jî dibêje ku ji bo referandûmê dikarin zagonên herêmî bikar bînin.
Katalonya li Spanyayê herêma herî dewlemend, herî zêde sanayî lê pêşketiye û herêma ku herî zêde serxwebûnê dixwaze ye. Katalonya di heman demê de bi tîma xwe ya fûtbolê Barselonayê tê nasîn.
Tê gotin ku referandûm li dar bikeve yên serxwebûnê dixwazin dê bi ser bikevin.
18'ê vê mehê Skoçyayê ji bo vexwetîna ji Brîtanyaya Mezin referandûm li dar xistibû lê sedî 54 kesî gotibû na û rewşa Skoçyayê neguherîbû.